Êşa Kobanê û pêngava nû ya azadiyê

Di pêvajoya berxwedana Kobanê de hem hevkariya Tayyîp Erdogan û DAÎŞ'ê eşkere bû, hem jî diyar bû ku Tayyîp Erdogan ew hêz e ku DAÎŞ'ê bi rê ve dibe. Bi şefê faşîst Erdogan re sendroma berxwedana Kobanê çêbû. Kobanê bûye kul û ketiye dilê Erdogan.

Çîroka 'Êşa teriyê' tê zanîn. Wextekê li cihekî dinyayê zilamek û kurekî xwe dijiyan. Ev zilam bi marekî re bû dost. Zilam her sibehê bi kurê xwe re tasek şîr ji mar re dişîne. Marê ku şîr vedixwe piştre zêrekî datîne nava tasê. Bi vî rengî bav û kur bi zêrê ku her roj mar dide wan, kêf dikin, debara xwe dikin.

Rojekê fikrek dikeve aqlê kurik. Dibêje; madem zêr di hundirê mar de ye, li şûna ku her roj li benda dayina zêrekî bisekinim, ez ê mar bikujim û zêrê di hundirê wî de hemûyan bigirin. Bi vê armancê sibehekê dema ku tasek ji şîr dibe ji mar re, radihêje kevirekî. Mar dema ku şîrê di hundirê tasê de vedixwe, kurikê ku xwe li cihekî nêz veşartî ye kevir diavêje mar. Kevir li teriya mar dike û teriya wî jê dibe. Mar jî bi wê êşê êrişî kurik dike, bi jehrê wî dikuje.

Zilamê ku bi bûyerê dihese, gelekî biêşe jî çare nîne û ji zêr jî bêpar dimîne. Bi demê re zilam gelekî xizan dibe. Ji ber vê yekê rojekê radibe li mar digere. Hesabê wê dike ku mar bibîne, pê re li hev bê û li rojên berê vegere. Dawiya dawî mar dibîne. Marê ku zilam dibîne, piştî ku nêta wî fêhm dike jê re dibêje, 'Dostê min ê berê, heta ku bi te re zarok hebe û bi min re jî êşa teriyê hebe em ê nikaribin bibin dost û nikaribin li rojên berê vegerin'. Bi vî rengî pênaseya 'êşa teriyê' dikeve hişê mirovan û heta niha jî tê gotin.

Xuya ye 'Êşa Kobanê' jî mîna 'êşa teriyê' ketiye dilê şefê faşîst Tayyîp Erdogan. Dike nake nikare ji vê êşê rizgar bibe û bandora wê jî nikare kêm bike. Weke ku li Kobanê li ser sûc hate zevtkirin, nikare psîkolojiya sûcdariyê ji ser xwe biavêje. Tevî ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye, sîleya ku di berxwedana Kobanê de xwar nikare ji bîr bike. Mîna ku yê sîleyê ji hirç dixwe ji her tiştî re dibêje 'hirç', Erdogan jî timî dibêje 'Kobanê'.

BI ERDOGAN RE SENDROMA BERXWEDANA KOBANÊ ÇÊBÛ

Baş e çima? Ji ber ku Tayyîp Erdogan sîleya herî xurt di berxwedana Kobanê de xwar. Yekemcar di atmosfera serketina berxwedana Kobanê de ew di hilbijartinê de têk çû. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de hem hevkariya Tayyîp Erdogan û DAÎŞ'ê eşkere bû, hem jî diyar bû ku Tayyîp Erdogan ew hêz e ku DAÎŞ'ê bi rê ve dibe. Bi şefê faşîst Erdogan re sendroma berxwedana Kobanê çêbû. Mîna êşa teriyê ya mar, Kobanê jî bûye êş ji Tayyîp Erdogan re.

Lewma dike nake nikare têkçûna xwe ya li Kobanê ji bîr bike û hêzên ku tevkarî li serketina berxwedana Kobanê kir, efû nake. Her ku firsend bi dest dikeve êrişî wan dike û hewl dide tolê ji wan hilîne. Yek ji hêz û sedema vê serketinê jî serhildana gel a 6-8'ê Cotmehê bû ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li Bakurê Kurdistanê pêk hat.

Baş tê zanîn ku serhildana 6-8'ê Cotmeha 2014'an Rêveberiya Tayyîp Erdogan û dewleta Tirk lerizand, tirsand. Diyar e ku ji ber êşka ji serketina berxwedana Kobanê û tirsa ji serhildana 6-8'ê Cotmehê, dewleta Tirk 'Plana Çalakiyê ya Têkbirinê' ku demeke dirêj amadekariya w3e dikir, di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de kir biryar. Şeş sal in li ser bingeha planeke bi vî rengî êrişên qirkirinê dike. Li gel vê yekê terora faşîst li ser gelên Tirkiyeyê dimeşîne û bi çeteyên terorê yên faşîst ên ku xwedî kiriye, gefê li mirovahiyê dixwe.

Niha jî deh roj beriya salvegera şeşemîn a serhildana 6-8'ê Ctomehê, di sibeha 25'ê Îlonê de dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê bi bahaneya serhildana 6-8'ê Cotmehê li dijî HDP'ê dest bi operasyoneke nû kir. Hevserokên HDP'ê yên wê demê ji ber vê sedemê çar sal in digire, lê qîma xwe bi vê jî neaniye, niha hewl dide Rêveberiya HDP'ê ya wê demê lêpirsîn bike, zexta dadgeriyê lê bike. Xuya ye 'Êşa Kobanê' û 'Tirsa 6-8'ê Cotmehê' kiriye ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan li dijî siyaseta demokratîk dest bi êrişeke nû ya qirkirina siyasî bike.

Niha eşkere ye ku ya bûye sedem ku dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî di sibeha 25'ê Îlonê de li dijî Rêveberiya HDP'ê operasyoneke qirkirina siyasî bike 'Êşa Kobanê' û 'Tirsa 6-8'ê Cotmehê' ye. Di vir de divê şaştî neyê kirin. Ev êş û tirs tiştekî welê ye ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan ji ber wê nikare razê. Serketina berxwedana Kobanê û tirsa ketina ji desthilatdariyê ya ji ber bandora serhildana gel a 6-8'ê Cotmehê, bûye kabûsek ji bo Tayyîp Erdogan.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ HDP'Ê HER WIHA XWEDÎ ARMANCÊN CUDA YE

Rastiya esasî ev jî be, di bin êrişa qirkirina siyasî yıa 25'ê Îlonê de ya li dijî Rêveberiya HDP'ê dibe ku sedem û armancên cuda jî hebin. Gelo faşîzma AKP-MHP'ê bi operasyona heyî re çi dixwaze bike? Yek ji wan armancan; gelo firsend bi dest bikeve wê bixwaze dest bi êrişeke dagirkeriyê ya nû ya li dijî Kobanê bike? Armanceke din jî bi lawazkirina HDP'ê re gelo dixwaze dema firsend dît bigire? Weke ku hinek bi rengekî veşartî tînin ziman, gelo dixwazin hilbijartineke pêşwext bi vî rengî bikin? Yan jî armanceke din ew e ku; di salvegera şeşemîn a serhildana 6-8'ê Cotmehê de, salvegera bîst û duyemîn a komploya 9'ê Cotmehê de, di salvegera pêncemîn a komkujiya Enqere-Gar a 10'ê Cotmehê de û di salvegera yekemîn a dagirkirina Gigrê Spî, Serêkaniyê de gelo dixwaze ku ser vê yekê binixumîne û bi vî rengî nehêle ku ev salveger bi şoreşgerî bên pêşwazîkirin?

Xuya ye di binê êrişa qirkirina siyasî ya 25'ê Îlonê ya faşîzma AKP-MHP'ê de ev armanc hemû hene. Lewma divê operasyona qirkirina siyasî ya 25'ê Îlonê ji van cuda neyê nirxandin. Lê belê ev armanc hemû parçe jî bin, li gorî me armanca esasî û sereke nîne. Armanca esasî û sereke ew e ku rojevê ji rê derxîne, însiyatîfê bixe destê xwe û pêngava berxwedanê lawaz bike ku di 12'ê Îlonê de ji aliyê Konseya Rêveber a KCK'ê ve hate eşkerekirin û ji aliyê tevgera azadiyê ya Kurd ve bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' hate destpêkirin.

Eşker eye ku pêngava nû ya berxwedan û azadiyê ya KCK'ê ji her alî ve şûna xwe girtiye. Li çar aliyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê, girseyên gel xwedî li pêngavê derketine û bi her rê û rêbazê dest bi têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê kirine. Di serî de jin û ciwan, kedkar û gel bi rengekî çalak tevlî pêngavê bûne. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo serxistina pêngavê li her qadê çalakiyên pêşeng ên serketî dikin. 10'ê Cotmehê weke 'Roja Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan' hate ragihandin û li tevahiya cîhanê hêzên antîfaşîst ji bo çalakiya azadiyê ya herî watedar banga tevlîbûnê kirin.

Her wiha meha Cotmehê ku yek ji girîngtirîn mehên berxwedanê ye destpê dike. Xuya ye girseyên li Bakurê Kurdistanê wê xwedî li serhildana 6-8'ê Cotmehê derkevin û dest bi mezinikrina pêngava azadiyê bikin. Her wiha bi xurtkirina pêngava azadiyê re wê hesabê komkujiya Enqere-Gar a 10'ê Cotmehê ji faşîzma AKP-MHP'ê bê pirsîn. Jê jî wêdetir di salvegera bîst û duyemîn a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de wê hîn bêhtir xwedî li pêngava azadiyê derkevin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hîn bi xurtî berz bikin. Her wiha di salvegera yekemîn a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de wê çalakiyên hesabpirsînê bên lidarxistin. Ev hemû wê rûyê qirker ê faşîzma AKP-MHP'ê bêhtir eşkere bike û derbên herî giran ên dîrokê li faşîzmê bixin.

Eşkere ye ku armanca bingehîn a operasyona qirkirina siyasî ya 25'ê Îlonê astengkirina van hemûyan e.  Wê demê divê mirov nekevin xefika faşîzma AKP-MHP'ê, pêngava azadî û berxwedanê xurt bikin, ji rojevê dûr nekevin û însiyatîfê nedin destê faşîzmê. Kurd û hêzên demokratÎk divê Pêngava Azadiyê bi însiyatîfeke xurt û rêbazên afirîner bi cih bînin. Eger wê ders ji êrişa faşîst a 25'ê Îlonê bê derxistin ew jî divê ev be: Pêngava azadiyê ku ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê hatiye destpêkirin bi ruhê serhildanê yê 6-8'ê Cotmehê li ser xeta serketinê ya Kobanê bê meşandin. Têkoşîna ku Tayyîp Erdogan di nava êş û tirsa wî ya dîrokî de bifetisîne bi vî rengî dikare bê bi ser xistin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA