Êdî roj li Şengalê hiltê

Siya fermana ewrê reş bi derketina rojê re bela dibe, dûr dikeve, wenda dibe. Êdî roj li çiyayê Şengalê hiltê. Niha gel bi rêveberiya xweser re, rêveberiya xweser bi gel re ber bi civakeke azad û serbixwe ve dimeşe.

Salvegera fermana 03.08.2014 an ya roja reş nêz dibe. Bi nêzbûna salvegera fermanê re devê birînênn bi êş û kul jinûve vedibe. Wekî birîneke ku xwê lê bikeve, dişewite. Ji ber gelek ji wan kesên ku hatine revandin hîn wenda ne, aqûbeta wan nediyar e. Ev kul û êş di dilê şewitî de dikele, di çavê xemgîn de bi lorikan diherike ser sîngê xaka pîroz. Xweziya zimanê axê heba behsa çîrok û çîvanokê dilê xemgîn bikira bê ka çi dîtiye û çi nedîtiye. Dilê xemgîn di êşa xwe de fêrî hêz û berxwedanê bûye. Bi vê berxwedan û têkoşînê veguherî dilê ji pola. Gotina ku dibêjin; 'êşa min nekuje, min bi hêz dike', tîne bîra mirovan. Felsefa hûnandina jiyana azad bi dilê pola qewîn bûye û her tovê xwe li ser vê axê reşandî ye û reh berdaye. Ev ax bi sedê salan bi biharê re bişkivî ye û bi payîzî re tov reşandiye. Gelê me yê Êzidî jî bîr û baweriya xwe bi vî rehê berxwêder berdaye nava erdê û pê ve hebûna xwe parastiye. Lewma Rêber Apo dibêje; 'berxwedan li vê xakê bûye çand'. Tê zanîn tiştekî bibe çand, êdî bi jiyanê re diherike bêdawiyê. Di vê wateyê de, êdî Êzidî, çiya û berxwedan di felsefa yekparebûnê de gihiştiye paşerojeke azad û serbixwe. Hêvî di vê felsefê de bişkivî ye, bawerî di vê hêviyê de xurt bûye, îrade di vê baweriyê de bi ewle bûye. 

Di ser fermanê re neh sal derbas bûn, di vê pêvajoyê de gelek dewletên Ewropî ev ferman weke, 'jenosîd' a Ezidiyan pênasekirin û naskirin. Ev di astekê de cihê kêfxweşiyê ye. Lê piştî wexteke demdirêj di ser re derbas bû, hate fêhmkirin ku tenê naskirin û pênasekirin e. Li gorî qeyde û qûralê wan gava 'jenosîd' tê naskirin û pênasekirin desteka jinûve avabûnê didin û weke statuya siyasî vîn û hebûna wan dipejirînin. Bi vê ve girêdayî ji bo dubare xwe ji bandora fermanê rizgar bike, komî ser hev bike, bi ser xwe ve were û bijî berpirsyartî radike. Bi vî awayî wateya 'jenosîd'ê pêçandina birîna fermanê ye. Di vê wateyê de heta niha kesî ji bo jinûve avabûna Şengalê destekeke cidî, şênber li ber çavan ku xuya bike nedane. Neh sal di ser fermanê re derbas bûn, lê dewleteke ku rast û dirust vê kul û êşê hîs bike nîne. Lewma kesî ku lê bikole, hesab bixwaze, li ser raweste nîne. Ev jî dide diyarkirin ku derdekî ku civaka Ezidî di çarçoveya hebûna civakî, çandî û siyasî de bide jiyîn nîne. 

Çima? Ji ber li Rojhilata Navîn, civakeke pir cûda û xweser e. Heta bi sed salan, civaka ku herî zêde li dijî êrîşên derve hebûna xwe parastiye. Gelê me yê Êzidî ti carî zirar nedane civakeke derveyî xwe. Baweriya wan tenê ya wan e, pê re jî her tim bi rêzdarî nêzî baweriyên derveyî xwe bûne. Heta li vê xakê, bi sed salan ji mirovahiyê re bûne ronahiya jiyanê. 
Berevajî vê dewletên Ewropayê ji fermanê sûd wergirtin û ji bo qirkirina nijada Êzidiyan bi kar anîn. Lewma bidestxistina derfetê pêvajoya pêçandinê gelekî zehmet kişandin û hîna jî dikişînin. Ya rastî ziraviya siyaseta qirkirinê bi fermanê re zêdetir kirin. Hemû hewldanê wan li ser esasê bêwatekirina Şengalê bû. Armanc gelekî ku bi çanda berxwedanê hatiye strandin û li dijî êrîşan serî rakiriye û xwedî çandeke demokratîk e ji cewher guvaştine. Vêna bi çi dikin? Bi rêya şerê taybet û şerê derûnî di warê hilandina çandî û bêhêz hiştina civakî dikin. Vê jî bi rêya koçberiyê ji xwebûn û hebûna civakî dûr xistine. Tê zanîn gelekî ji cih û warê xwe dûr bikeve; êdî bi her awayî ji nasnama xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe û ji baweriya xwe dûr dikeve. Li ser vî esasî, dewletên Ewropayî bi taybetî dewleta Almanya, dewleta Tirk bi desteka hevkar û nokerê PDK'ê gelê me yê Êzidî ji Şengalê birevînin û ji cih û warê wan dûr bixînin her tiştî dikin. Sedemê wê jî, çawa laş bi ruh zindî dibe, mirov jî bi axê zindî dibe. Di vê wateyê de, dixwazin bi koçberkirinê civaka zindî bêbandor bikin. 

Du sed salê, pergala modernîta Kapîtalîzmê di bin navê netewe dewlet de, bi zîhniyeta 'yek ziman', 'yek netewe', yek reng û her wiha bi şêwazê cûrbecûr ger bi êrîşê leşkerî, ger bi qirkirinên siyasî û çandî, ger bi sepandina aborî, ger bi koçberî û ger jî bi dijminatiya navxweyî gelê me yî Êzidî û civakên resen wekî ermenî, keldanî, aşûrî hedef girtine. Lê di nava wan de herî zêde civaka Êzidî bi tevkujiya 74 fermanan re rûbirû ma. Her fermanê bi dû xwe civakekîe belawela, felişî û birîndar dihişt. Lê civaka Êzidî ji ber xwedî xisûsiyeke berxwêder û têkoşer bû, li dijî van fermanan bi îradeyek mezin û baweriyek kûr her hewldana xwe li ser piyan hiştinê dida û xwe diparast. Lewma karîbûye hebûna xwe heta îro bîne.

Gava em sedemê vê rastiyê dixin ber lêpirsînê dibînin ku pêçandina birîna fermanê bi pirsgirêka exlaq, wîjdan û bi çanda demokratîk ve girêdayî bi pêş dikeve. Di roja me de, zîhniyeta postmodernîte bi rêya ilm û teknîk wekî xwîna bi şiringê ji laşê mirov bikişîne, nirxên civakê yê herî pîroz hebûn jî di nav de, exlaq, çand, ziman, polîtîka û pîvanê şêwazê jiyanê binpê kirine. Pêwîste gelê meyî Êzidî bi şiyarî û berpirsyariya parastina hebûna xwe, dersê ji fermanê derxistine neyên van lîstok û xefikê qirkirina çandî. 

Lê rexmê van kiryarên qirkirinê hemî jî rêveberiya xweser di astekê de, bi sazî û dezgehên xwe pêşiya vê qirkirina çandî girtiye. Ti ferman wekî vê fermanê derfetê xwe rêxistinkirin û avakirinê nedîtiye. Li ser vî zemînê ewlehiya Şengalê, gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin cih û warê xwe. Bi vê vegerê re bi rastî di astekê de valakirina Şengalê ku berdewama fermanê bû vala derket. Pergala rêveberiya xweser bi ser ket. Rêveberiya xweser bi şaredariya gel re xizmet û destekdayîna jinûve avabûnê bi derfet û hêza xwe seferber kir. Siya fermana ewrê reş bi derketina rojê re bela dibe, dûr dikeve, wenda dibe. Êdî roj li çiyayê Şengalê hiltê. Niha gel bi rêveberiya xweser re, rêveberiya xweser bi gel re ber bi civakeke azad û serbixwe ve dimeşe.