Gerîlayên Azadiyê bi çalakiyên xwe çarenûsa şer a îsal diyar kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê çeperên ku artêşa Tirk a dagirker di nava 3 salan de ava kirin, di 90 deqeyî de îmha kirin û dest danîn ser bi dehan çek, cebilxane û alavên leşkerî.

Dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Gulana 2022’yan li ser herêma Metîna û Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dest bi operasyonên dagirkeriyê kiribû. Di encama derbên giran ên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistan lêxistin de, di nava berfa Çileyê de cebilxaneya xwe bi cenazeyên leşkerên xwe re li pey xwe hişt û bi leza revê ji qada girê Cûdî reviyan. Piştî pêvajoya 6 mehan ji bo raya giştî qanih bike ku hêza wî heye û dikare li hember gerîla şer bike, rûxmê lawaztiyên xwe jî  di şeva 20 – 21’ê Tîrmehê de careke din dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Her wiha bi vê pêngava dagirkeriyê re xwest ku rûyê xwe yê binketî boyax bike da ku ew sozên li ser tinekirina gerîla dabû der û berê xwe ve bikaribe temenê desthilata xwe dirêj bike.

Lewra sekna destanî di milê gerîla de tê raberkirin û rojane ev lîstokên dagirkeriyê vala tên derxistin. Sozên wan ji wan re dikin toz û wan neçar dihêlin ku derî bi derî parsa pera bikin. Hêzên Parastin Gel li Metîna, Xakûrkê, Zap û Rojavayê Zapê berfa bi metreyan li erdê; kirine xaçerêka bahara azadiya gelê Kurdistan. Bi hêza eşqa ji Rojê re, bi hêza baweriya xwe ya bi serkeftinê re bi bombeyan dikeve çeperê Osmaniyan û hesabê qirkirina salan, hesabê gardiyantiya ku li ber deriyê Îmraliyê bi wan re dikin, dipirsin.

GOVENDA ÇALAKIYÊN ŞOREŞGERÎ LI DORA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DIGERE

Hêzên Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ji destpêka payiza sala 2023’yan ve operasyonên şoreşgerî yên bi hêzên profesyonel ve li ser dagirkeriya Tirk dike. Herî dawî li qada girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Zagros operasyona şoreşgerî ya li ser navê qehremana fedayî şehîd Doga Viyan li dar xistin. Bi yek rih û biryarê ev çalakî mîna govendeke azadiyê bigere, li derdora çiyayê Kurdistanê dest dane hev û bi şêweyekî profesyonel, li gorî faktorên şerê dem û demsalê bi îrade û azweriyeke mucîzewî alandî têne lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî bazên Apoyî di nava rojê de û di bin bi dehan balafirên îstixbaratê de, bi viyaneke ji pola û şertê zehmetiya demsalê ji bo xwe veguharendin avantajeke sûdwer û bi dehan çeperên dagirkeran, tevî leşkerên têde xistin hedefa çekên xwe. Çeperên ku dagirkeriya Tirk bi hewldanê êrîş û çekên herî pêşketî di nava sê salan de karîbû çêbike, hêzên gerîlayê pispor di nava 90 deqeyî de wan çeperan ji holê rakirin. Bi dehan çek, cebilxane, kel û pelên leşkerî desteser kirin. Bi payebilindekî (serbazê sedan leşkeran) wan re gelek fermandarên din û 37 leşkerên dagirker kuştin.

ŞOPÊN DAGIRKERAN BI AGIRÊ SERKEFTINÊ YÊ GERÎLAYAN TÊ PAQIJKIRIN

Ji bo paqijkirina şopên mêtingeriya qirêj ji ser xaka Kurdistanê, gerîlayên serkeftî agir berdidin her tiştê ku artêşa dagirker bi xwe re aniye li ser wî girî. 

Bi wî agirî re ne tenê cebilxana Tirk îmha dibe, ne tenê amûrên leşkerî dişewitin, ne tenê xisarên madî didin û ne tenê rûmeta artêşa wan dibe êzing. Di wê rojê de û di kêliyên ku têde bi hezaran însan di kolanên Elmanyayê de ji bo azadiya Rêber Apo qîr dikirin, gerîla bi dengê tifingên xwe bi ser dagirkeriyê de qîr dikir:  “EM Ê TECRÎDÊ HILWEŞÎNIN”’. Bi wî agirî re gel û gerîla ji dagirkeriya Tirk û hemû piştevaniyê wê re dibêjin, “Heta pergala li Îmraliyê hilweşe em ê bi îradeyeke ji agir her bi navê Apo biqîrin, li çiya, li bajar, li Kurdistan û dervî wê em ê rehet nesekinin û nehêlin rehetî ji dagirkeriyê re çêbibe.”

GERÎLAYAN PLANÊN KOMPLOGERAN PARÇE KIRIN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên dîrokî yên şoreşgerî çarenûsa şerê sala nû destnîşan kirin. Wê ala serkeftinê di kîjan destan de were hejandin diyar kirin. Bi îdia û biryardariya xwe, bi ruhê xwe yê êrîşker nîşan dan ku ew ê şopdarên Leyla Sorxwîn, Melsa Mûş, Axîn Gabar, Helmet Deralok û Doga Viyanan bibin hilgirên vê alê bin. Bi çalakgeriya xwe ya nûjen planên hemû hêzên komploger vala derdixin û îspat kirin ku ew bi asta xwe ya serkeftî paradîgmaya Rêber Apo bi hêztir û bilindtir dikin. Her wiha armanca ku li ser hîmê wê ev komplo hate lidarxistin li dîwarê tekoşeriya gerîlayan dikeve û dibe hezar parçe.