NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker 300 tank li Başûr bi cih kir

CPT’ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di 10 rojên dawî de nêzî 300 tank û wesayîtên zirxî li axa Başûr bi cih kirine.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) têkildarî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker 300 tank û wesayîtên zirxî li gundên Ûre, Sererû, Eredinan, Kêste, Çelkê û Babê yên Herêma Kurdistanê bi cih kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Babêrê û Kanî Belavê de nuqteyên kontrolê danîne û nasnameya welatiyan kontrol kirine.

Di rapora endamê CPT Cameran Osman de hate destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker bi vê planê xwe ji bo êrîşeke mezin a dagirkeriyê li ser axa Başûrê Kurdistanê amade dike.

Di raporê de hat gotin, “Di nava 3 rojan de nêzî hezar leşkerên Tirk ên dagirker ber bi baregehên leşkerî yên li nêzî çiyayê Barûx û Metîna û bajarokê Bamernê ve ketin rê. Di 25’ê Hezîranê de di navbera gundên Babêrê û Kanî Belavê de nuqteyek kontrolê ava kirin û nasnameya welatiyan kontrol dikin.”

Di raporê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk niha dixwaze ji Şêladizeyê heta Çiyayê Metîna xeteke ewlehiyê çêbike. Ev xet dê di Dêrelok, Bamernê û Bêgova re derbas bibe. Bi vî awayî artêşa Tirk dixwaze hemû gund û bajarok, çiya, erd, gelî, çem û herêmên li pişt vê xetê bixe bin kontrola xwe.”