Nêçirvan Barzanî li Enqereyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo karibe Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bibîne gihîşt Enqereyê.

Nêçirvan Barzanî 4 roj beriya hilbijartinên parlamenta Herêma Kurdistanê ji nişka ve serdana Enqereyê kir.

Nêçirvan Barzanî gihîşt Enqereyê û tê payin ku Recep Tayyîp Erdogan bibîne.

Ev serdan di demeke welê de tê kirin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berfireh bûne.

Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî li Dihokê di mîtînga hilbijartinê de diyar kir ku tenê li herêma Behdînanê zêdeyî 400 gund ji ber "Xiyaneta PDK'e" û "Dagirkeriya dewleta Tirk" hatine valakirin.