BI DÎMEN

8’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol hate vekirin

Ji bo çanda xwendinê di nav gelan de pêş bikeve 8’mîn Pêşengeha Şehîd Herekol a pritûkan hat vekirn, tê de 15 hezar û 200 navnîşan û 143 hezar pirtûk bi cih bûne.

Her sal ji bo pêşxistina çanda xwendinê di nav gelan de Pêşengeha Şehîd Herekol tê vekirin. Vê salê jî bi dirûşma "Em Xwendinê Bikin Rêbaza Jiyanê" 8‘emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li bajarê Qamişlo hate vekirin. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji aliyê Desteya Çandê û Hunerê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatiye sazkirin.

Bi beşdariya 54 weşanxaneyan ji wan 21 derveyî Rojava û 33 ji herêmê ne. Di heman demê de pirtûkên ku di pêşengehê de hatine pêşandan 143 bi zimanê cuda cuda ne û 15 hezar û 200 navnîşanin. Pêşangeha ku wê 8 rojan berdewam bike, 15’ê Cotmehê destpê kir û heta 22’yê Cotmehê wê bidome. Bernameya her 8 rojên pêşengehê wiha ye.

Roja 1'an:

-Vekirin û axaftina Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axaftina komîteya amadekar a pêşengehê û di dawî de axaftina malbata Şehîd Herekol.

Roja 2'yan:

-Semînera bi sernavê Wêje û rexnegiriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê, wê ji aliyê nivîskar Merwan Berekat ve were dayîn. Piştre jî wê ahenga îmzekirina pirtûkan be û wê bi şahiyek hunerî were dawîkirin.

Roja 3'yan:

-Semînera bi navê Pêla nû ya Romana Sûriyeyê û Bandora Şer, wê nivîskar Leyla El Amirî bide. Wê ahenga îmzekirina pirtûkan jî çêbibe û wê bi şahiyek hûnerî were bi dawîkirin.

Roja 4'an:

-Semînerek bi navê Dîroka Wêjeya Kurdî ji aliyê Nivîskar Arşak Baravî ve were guhdarkirin û carek din wê ahenga îmzekirina pirtûkan jî çêbibe û wê bi şahiyek hunerî bi dawî bibe.

Roja 5'an:

-Panelek bi sernavê “Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol” girêdayî mijarên Rewş, Nerîn û asoyên pêşerojê ve were dayîn. Di dawî de jî wê ahenga îmzekirina pirtûkan û bi şahiyek hunerî wê roja pêncem were bidawîkirin.

Roja 6'an:

- Ahenga îmzekirina pirtûkan û bi şahiyek hunerî wê roja şêşem were bidawîkirin.

Roja 7'an:

- Wê di roja heftan de ahenga îmzekirina pirtûkan be.

Roja 8'an:

-Ahenga bidawîkirina pêşengehê, axaftina Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axaftina Komîteya Amadekar a pêşengehê, Xelatkirina weşanxane û saziyên ku beşdarî pêşengehê bûne û di dawî de wê nivîskar werin xelatkirin.

Têkildarî armanca li darxistina Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Elyas Seydo ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Elyas bal kişand ser girîngiya xwendinê ji bo nifşên nû û got: “Xwendin bixwe pêşketina civakê ye. Di Pêşengeha Şehîd Herkol de ku dibe sala wê ya 8’an, em li her kesî pîroz dikin. Armanca me ya sereke ji vê pêşengehê ewe ku çanda xwendinê di nav gel de pêş bikeve. Her wiha tişta herî girîng ewe ku beşek taybet ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan re hatiye vekirin, ev jî derfetek pir mezine ku ciwan û gelên me giştî bixwînin. Daxwaza me jî ewe ku xwendekarên me bi giştî pirtûkxaneya xwe dewlemend bikin, bi taybet pirtûkxaneya Kurdî da ku em bi hev re jiyanek zanistî ava bikin.”