Li Stockholmê li dijî daxwazên ne rewa yên dewleta Tirk meş tê lidarxistin

Li bajarê Stockholmê li hemberî daxwazên ne rewa yên dewleta Tirk a dagirker wê di 9’ê Tîrmeha 2022’an de meşek girseyî bê li darxistin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, li hemberî daxwazên ne rewa yên dewleta Tirk a dagirker wê meşek girseyî bê lidarxistin. Meş bi tevlêbûna kes û partiyên Kurdistanî û Swêdî di 9’ê Tîrmeha 2022’an de di saet 13.30’an de wê li qada Norra Batorgetê ya Stockholmê bê lidarxistin.

Kurdistanî dostên wan ên li Swêdê banga tevlêbûna meşê kirin.