BI DÎMEN

Ezda Andok: Em ê heta dawiyê li ser xeta Bêrîtanê bimeşin

Gerîlaya YJA Starê Ezda Andok got, “Bêrîtanê ti carê xiyanet û tesLîmiyet qebûl nekir. Em ê heta dawiyê li ser xeta Bêrîtanê bimeşin.”

EZDA ANDOK

Gerîlaya YJA Starê Ezda Andok bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û salvegera damezrandina artêşa jina azad YJA Starê ji ajansa me re axivî.

Ezda Andok ev nirxandin kir:

“Îro salvegera 32’yemîn a şehadeta heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş). Di heman demê de ev meh weke meha şehîdên jin jî tê pênasekirin. Di vê mehê de gelek fermandarên me yên hêja Meryem, Hêlîn Çerkes, Canda Turk û Arîn Mîrkan şehîd bûne. Destpêkê ez li ber van hevalan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û bi bîr tînim. Bi şehadeta heval Bêrîtan re Rêber Apo artêşbûna jinê îlan kir. Îro em jî weke şervan û milîtanên rêxistinê dikevin sala 32’yemîn a artêşbûna jinê. Em vê rojê, salvegera damezrandina artêşbûna jinê li hemû jinan, hevalên di nava têkoşînê de û hevrêyên jin pîroz dikin.

Weke tê zanîn fermandara me ya hêja hevrê Bêrîtan, ji bo hemû hevalên jin bû xeta azadiyê. Li hemberî teslîmîyet û xiyanetê heta dawî li ber xwe da û şehîd bû. Ti carî xiyanet û teslîmîyetê qebûl nekir. Em jî îro wek mîlîtan û şervanên vê rêxistinê di şopa hevrê Bêrîtan de dimeşin û dixwazin di vê xetê de têkoşîna xwe bidomînin. Hevrê Bêrîtan bû mînak û sembola jina azad a ku li hemberî îxanetê teslîm nebû. Bû sembola fedayîtiyê. Em jî îro di çeperên xwe de li ser wê xetê têkoşîn û şer dikin. Em ê her tim li ser vê xetê bimeşin û têkoşîna xwe bidomînin.

Hevrê Bêrîtan bû rûmeta hemû jinan. Bû mînakek ku em hemû pê serbilind dibin. Em ê jî li ser vê xetê heta dawî bimeşin.”