Li Sûdanê bombe li mizgeftekê hate barandin: Herî kêm 31 kes mirin

Hate ragihandin ku mizgefteke li bajarokekî Sûdanê ji aliyê artêşê ve hatiye hedefgirtin û di encama êrîşa hewayî de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Komeke aligirên demokrasiyê ragihand ku artêşê roja Yekşemê mizgefta li bajarokê Wad Madanî yê li navenda Sûdanê hedef girtiye û di encama êrîşa hewayî de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Koma bi navê Komîteya Berxwedanê ya Wad Madanî daxuyaniyek da AFP’ê û ragihand ku êrîş li bajarokê li başûrê bajarê Hartûmê piştî nimêja êvarê pêk hatiye.

Hate ragihandin ku nasnameya gelek kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatiye tespîtkirin û tîmên rizgarkirinê li cihê bûyerê xebatên xwe didomîne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 10 milyonî zêdetir însan ji ber şerê li Sûdanê neçar mane ku cih û warên xwe biterikînin û aliyên şer dikin bi qestî sivîlan hedef digirin û dibin asteng ku alikariyên mirovî bigihîjin cihên hewcehî pê heyî.

Beriya niha Rêxistina Bijîşkên Sînornenas têkildarî bêewlehiya xidayan hişyarî dabûn û bang li her du aliyan kiribû ku li pêşiya alikariyên mirovî nebin asteng û rewşa li Sûdanê weke ‘’talûkeye pir mezin’’ pênase kiribû.