NY: Nifûsa Ukraynayê 10 milyon kêm bû

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî(UNFPA), di daxuyaniya xwe ya roja sêşemê de anî ziman ku 'Ji dagirkeriya Rûsyayê ya ji Sibata 2022'an heta niha nifûsa Uqkraynayê ji 10 milyonî zêdetir kêm bûye.'

Rêveberê Herêmê yê UNFPA'yê Florence Bauer, di daxuyaniya çapemeniyê ya Cenevreyê de got ku 'Nifûsa Ûkraynayê bi ji destpêka şerî heta niha bi giştî ji 10 milyonî zêdetir kêm bûye.'

BERÎ ŞERÎ JÎ ZEHMETIYÊN DEMOKRAFÎK HEBÛN

Bauer sedema vê yekê wekî 'kombûna faktoran' diyar kir û der birî ku 'Hêj berî şerî li Ukraynayê zehmetiyên mezin ên demografîk hebûn' û wiha dewam kir: "Ukrayna yek ji wan welatên Ewropî bû ku rêjeya çêbûnê herî kêm e. Gelek kesî dema derfet dîtibû terka welatî kiribû. Nifûd kal dibû û nifûsa giştî kêm dibû.

Ev rewş li Ewropaya Rojhilat ne rewşeke nedîtî ye, ji ber ku li gelek welatan meylên wekî vê yên demografîk rû didin. Lê di 2022'an de bi destpêkirina dagirkeriya Rusyayê ya berfireh re rewş xirabtir bû."

YEK JI KÊMTIRÎN RÊJEYA ÇÊBÛNÊ YA CÎHANÊ YE

Bauer diyar kir ku "Rêjeya çêbûnê giheştiye asta herî kêm ku serê her jinekê zarokek dikeve. Ev yek ji kêmtirîn rêjeyên cîhanê ye û gelek di bin sînorê nûkirina nifûsê de ye ku divê serê jinê herî kêm 2,1 zarok bikeve.

Nûnerê NY'ê axaftina xwe bi van agahiyan dawî kir: "Her wiha 6,7 milyon mirov ji Ukraynayê reviyan û gelekan jî ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest da.

Nifûsa Ukraynayê di 2020'an de wek 44 milyon û di 2022'an de wek 38 milyon hatibû tomarkirin.