DEM Partiyê helbestvan Cegerxwîn bi bîr anî

Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê helbestvanê Kurd ê bi nav û deng Cegerxwîn bi bîr anî.

Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyek nivîskî helbestvanê navdar Seydayê Cegerxwîn bi rêzdarî bibîr anî.

Daxuyaniya komîsyonê bi vî rengî ye:

“Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja, kedkarê ziman, çand û wêjeya Kurdî, nivîskar û helbestkar Cegerxwîn 40 sal berê ji nav me bar kir û xatir ji gelê xwe xwest. Em di 40’emîn salvegera wefata wî de Cegerxwîn bi rêzdarî, bi rehmet û bi minetdarî bibîr tînin. 

Jiyana Seydayê Cegerxwîn parçeyekî dîroka sirgûniyê ya gelê Kurd e. Dema ku li welatê xerîbiyê Stockholmê di sala 1984’an de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran hezkiriyên xwe ve hat oxirkirin. Lewre Cegerxwîn dildarê gelê xwe bû û di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet girtiye. 

Em mîrateya şoreşgeriyê ya Cegerxwîn ji bîr nakin û lê xwedî derdikevin. Em li ber bîreweriya wî bejna xwe ditewînin û wek xwendekar û hevrêyên wî têkoşîna zimanê dayikê bilind dikin.”