Pêngava li Şengalê di sala 2'yemîn de ye: Sala duyemîn wê bibe sala serketinê

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ bi wesîleya salvegera yekemîn a pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re' daxuyaniyek dan û gotin, "Ji bo xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîn û çalakiyên xwe xurt bikin."

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navnetewî hate destpêkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî di 21’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî vê pêngava navnetewî bûn. Şengal di nava salekê de gelek çalakiyên cihêreng di çarçoveya pêngavê de lidar xistin. Salek li ser vê pêngavê re derbas bû.

Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya Şengalê daxwuyanî ji aliyê Sûham Şengalî û Hevserokê Desteya Rêveberiya Şengalê Xwedêda Elyas ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala duyemîn a pêngavê de wê asta têkoşînê bê bilindkirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Wekî tê zanîn di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navnetewî hate destpêkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî ev pêngav weke pêngava azadiya hemû gelên bindest nirxand û di 21’ê Cotmeha 2023’yan de bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî vê pêngava navnetewî bûn. Di nav sala borî de li seranserê dinyayê bi sedan çalakiyên cûda hatin lidarxistin û bi mîlyonan kes tevlî pêngavê bûn. Şengal jî seranserê salê ji bo pêşxistina vê pêngavê çalakiyên bi wate pêşxistin. Niha tam salekî di ser vê pêngavê re derbas bûye ku em encamên sala borî binirxînin û bi îddia û baweriyeke xurtir dest bi sala duyemîn a pêngava azadiyê bikin.

HEDEF AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN E

Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navnetewî de teslîmî dewleta Tirk hate kirin û ev 25 sal in di nav tecrîdeke giran de tê girtin. Yanî Rêber Abdullah Ocalan ku ev 50 salin têkoşîn û berxwedana azadiya gelên bindest dimeşîne, ji nîvê vê têkoşîna xwe di zindana Îmraliyê de derbas kir. Di nav van 25 salan de ji bo azadiya wî gelek caran çalakî û kampanyayên cûda hatin lidarxistin. Lê ev pêngava dawî ku hatiye destpêkirin ji hemû kampanyayên beriya niha cûdatir e. Ya yekemîn, ev çalakî di asta pêngavekî de hate destpêkirin û hedef azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Yanî heya azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin ev pêngav wê berdewam bike. Ya duyemîn, hemû xebatên me yên ji bo azadî û demokrasiya gelan jî bi vê pêngavê re girêdayî ye. Yanî têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Ocalan û têkoşîna me ya ji bo azadî û xweseriyê pêk ve têne meşandin. Ji ber vê, ev pêngava dawî hem bi hedef û armancên xwe ve hem bi şêweyê çalakiyên xwe ve ji pêngavên demên borî cûdatir e.

HÊVIYA MIROVAHIYÊ DÎSAN AVA BÛ

Di nav salekî de ji xwe ev ferq û cûdahiya vê pêngavê xwe bi her awayî nîşan da. Ev pêngav li hemû cîhanê veguherî pêngava azadî û demokrasiyê ya hemû mirovahiyê. Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji her demê zêdetir li dinyayê berbelav bû. Bi naskirina fikrên Rêber Ocalan re hêvî û baweriya miravahiyê car din geş bû. Ev pêngav li ku derê hatibe destpêkirin, li wê derê coş, moral û hêvî çêbû. Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, feylesof, nivîskar û ilimdarên dinyayê bi fikrên Rêber Ocalan geş bûn. Herî dawî 69 xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Ocalan banga azadiyê kirin. Em bala xwe bidinê, ev dinyaya ku parçe parçe hatiye kirin li derdora pêngava azadiyê bû yek. Em bînin bîra xwe, ne di mijara şerê Ukrayna-Rûsyayê de ne jî di şerê Hemas û Îsraîlê de dinya nebû yek, lê di mijara azadiya Rêber Abdullah Ocalan de mirovahiya azad bû yek deng. Ev xalekî pir girîng e ku divê em rast binirxînin. Ev tê çi wateyê; ev dinyaya ku bi şer û pevçûnan hatiye parçekirin, ev dinyaya ku bi siyaseta desthilatdaran di nav şerên olî, mezhebî û qewmî de hatiye parçekirin, yekbûna xwe di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de dît.

TECRÎD ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN KÛR DIKE

Sala borî her wiha bi şer û pevçûnên giran derbas bû. Bi taybet êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstîn û Lubnanê, Rojhilata Navîn xist nav behra xwînê. Ev rewşa şer jî tesbît û nirxandinên Rêber Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn car din piştrast kir. Rêber Abdullah Ocalan bi dehan salan e hişyar dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne bi şerê desthilatdariyê ne jî bi şerên olî, mezhebî û qewmî çareser nabin. Ev tesbîtên Rêber Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn, di nav sala borî de careke din bi isbat û delîl bû. Ji ber vê, gelên Rojhilata Navîn jî zêdetir berê xwe didin fikrên Rêber Ocalan. Êdî herkes dibêje ku tecrîda li ser Rêber Ocalan şerê li Rojhilata Navîn kûrtir dike û azadiya wî wê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên herêmê veke. Ev jî encameke girîng a pêngava azadiyê bû.

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ SÎSTEMEKE NAVNETEWÎ YE

Dîsa pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rastiya sîstema dewlet û desthilatdaran jî careke din raxist ber çavan. Di serî de Ewropa, dewletên ku xwe wekî nûnerên azadî û demokrasiyê nîşan didin derket holê ku ti eleqeya wan bi azadî û demokrasiyê nîne. Vê pêngavê ji her demê zêdetir zelal kir ku sîstema Îmraliyê sîstemeke navnetewî ye û yên ku dibin sedem ku tecrîd berdewam bike û Rêber Abdullah Ocalan ji azadiya fîzîkî bêpar were hiştin sazî û dezgehên navnetewî ne ku her roj bi navê azadî û demokrasiyê sond dixwin! Vê pêngavê rûyê reş a van dewlet û saziyan nîşan da. Vê pêngavê nîşan da ku ev sazî û dewletên navnetewî li dijî azadî û demokrasiya gelan in.

AZADÎ BÊ ÇALAKÎ NABE

Bi cewherî di encama pêngava azadiyê de gelek encamên girîng û dîrokî derketin holê. Hêvî û îddiaya azadiyê ji her demê xurtir bû. Lê lazim e em vê jî tesbît bikin ku em hê negihiştine hedefên xwe yên esasî. Hedefa esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e, her wiha mîsogerkirina xweseriya Şengalê ye. Me ber bi van hedefan ve gav avêtin lê em tam negihane van hedefan. Ev jî mijara rexnedanê ye ji bo me. Ji ber vê di duyemîn sala pêngavê de lazim e em kêmasiyên xwe derbas bikin da ku em bigihin serkeftinê. Ji bo em li Şengala xweser û azad pêşwazî li Rêber Abdullah Ocalan bikin lazim e em çalakiyên xwe xurtir bikin û leza xwe bilind bikin. Pêwîst e di sala duyemîn a pêngavê de em fikrên Rêber Abdullah Ocalan li her malekî li Şengalê bidin naskirin û li vê esasê em her kesekî li Şengalê tevlî çalakiyên azadî û xweseriyê bikin. Eger em fikrên Rêber Ocalan bi rastî bi civakê bidin naskirin, her kesekî ku vê fikrê nas bike wê tevlî çalakiyan bibe. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje: ‘Azadî bê çalakî nabe’.

WÊ FIKRÊ AZAD LI NÎNOWAYÊ DENG VEDE

Her wiha di sala duyemîn a pêngavê de em ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan li Deşta Nînowayê û di asta Iraqê de zêdetir bixin rojevê. Bi taybet em ê hewl bidin ku vê pêngavê veguherin pêngaveke azadî û demokrasiyê ya Iraqê jî. Ji ber ku Iraq bi xwe di nav qeyraneke mezin de ye, dixwaze xwe ji qeyranan rizgar bike, lê dike û nake ji kembera şer û pevçûnan xilas nabe. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Iraqê jî ji bo dewleta Iraqê jî rêya çareseriyê ye. Ji ber vê em ê vê rastiyê zêdetir bixin rojeva dewleta Iraqê û emê hevkariya bi hêzên demokrasiyê yên Iraqê re xurtir bikin.

WÊ SALA DUYEM WÊ BIBE SALA SERKETINÊ

Li ser van esasan em êdî dest bi têkoşîna sala duyemîn a pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ dibin. Bi hêz û tecrubeya sala yekemîn a pêngavê, em bi îddia û hêviyeke mezintir dest bi sala duyemîn a pêngava azadî û xweseriyê dikin. Ev pêngav di heman demê de bersiv û helwesta me ya ji bo siyaseta şer a li herêmê ye jî. Em jê bawer in ku wê sala 2025’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xweseriya Şengalê. Eger em hêvî, bawerî û têkoşîna xwe bilind bikin Azadiya Rêber Ocalan jî xweseriya Şengalê jî ne dûr e. Emê weke Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo pêşengiya sala duyemîn a pêngavê kar û xebatên xwe xurtir bikin. Her wiha em bang li gelên Şengalê, hemû gel û baweriyên li Deşta Nînowayê û hêzên demokrasiyê yên Iraqê jî dikin ku ji her demê zêdetir beşdarî pêngava azadiyê bibin."