Bexda: Şefê DAÎŞ’ê yê Iraqê hate kuştin
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku şefê çeteyên DAÎŞ’ê yê herêmî di operasyonekê de hate kuştin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku şefê çeteyên DAÎŞ’ê yê herêmî di operasyonekê de hate kuştin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di daxuyaniyek de ragihand, îro li çiyayê Hemrînê di encama operasyonek ya hêzên dije terora Iraqê de waliyê DAÎŞ’ê yê Iraqê li gel 8 çeteyên din hatin kuştin.
Sudanî diyarkir ku ew ê rê nedin li ti devereke Iraqê cihê DAÎŞ’ê hebe.