Serdana ji bo şîna şehîd Jêhat

Ji bo merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG’ê Şehîd Dijwar Jêhat serdanek pêk hat ku merasîma sersaxiyê piştî 7 salan li navçeya Cizîr a Şernexê hate lidarxistin.

ŞÎN

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG’ê Dijwar Jêhat (Ferhat Erkûl) serdaneke girseyî pêk hat. Ji bo şehîd Dijwar Jêhat ê ku di sala 2017’an de li Zapê şehîd bû, li mala wî ya li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin û endam û reveberên MEBYA-DER, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din beşdarî merasîmê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan di sersaxiyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd ya bi salan û got: ‘’Serê gelê me sax be. Em ji her kesên ku jiyana xwe ji dest didin, berpirsyar in. Gelê Kurd bi salan e li dijî zilmê li ber xwe dide. Di vê têkoşînê de gelê me bedêlên mezin dane. Tekane sedemeke van bedêlên mezin heye ku ew jî têkoşîna ji bo jiyaneke birûmet e. Daxwaza jiyaneke azad û wekhev e.’’