Çar partiyên siyasî îtîrazî encamên hilbijartinê kirin

Partiyên Berey Gel, Tevgera Helwest, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgeriyê bi hinceta ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin îtîrazî encamên hilbijartinên dema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.

Partiyên Başûrê Kurdistanê Berey Gel, Tevgera Helwest, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgeriyê îtirazî encamên hilbijartinên dema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ve hatine eşkerekirin, kirin.

Nûnerên her çar partiyan di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kirin ku di hilbijartinên dema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê sextekarî hatiye kirin û wiha gotin: “Em bi lêkolîna li ser sextekariyan û komkirina belgeyên têkildarî sextekariyan ve mijûl in, piştî ku lêkolîna me bidawî bû em ê encama wê ji raya giştî re eşkere bikin. Bi vî awayî piştî lêkolînên me temam bûn em ê bi awayek fermî helwesta xwe nîşan bidin.”