Jinan qetilkirina jinan protesto kir: Em banga mezinkirina berxwedanê dikin

Jinan qetlîamên jinan bi meşê protesto kirin û peyama “Em banga mezinkirina berxwedanê dikin” dan.

Platforma Jinan a Edeneyê ji bo balê bikşînin ser kuştinên jinan ên di van demên dawî de zêde bûne, li kolana Turgut Ozal a li navçeya Çûkûrovayê hatin ba hev û heta Meydana Gençlikê meşiyan. 

Jinan dirûşmeyên “Em dixwazin wekî mirovan bijîn”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bêdeng nebe, qebûl neke, tevlî berxwedanê bibe” berz kirin û gelê li derdorê jî bi çepikan piştgiriya xwe nîşanî çalakiya jinan dan.   

Piştî meşê Zehra Aydin li ser navê platformê daxuyanî da û got, “Li vî bajarî di roja dawî de 5 jin hatin qetilkirin. Rayedar mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê naxin meriyetê, zagona bi hejmara 6284’an nasepînin. Û her wiha ji ber polîtîkayên cezanekirinê jin tên qetilkirin. Jin û zarok li kolanan tên qetilkirin. “Êdî Bes e!”  

Zehra Aydin diyar ku ji bo hemû wezaret û hemû mekanîzma erka xwe bi cih bînin, em ê weke îro têkoşîna xwe bidomînin û wiha dewam kir: “Ji bo çêkirina polîtîkayên pêşî li tundiya mêran digirin û ji tundiyê dûr dixin, ji bo vegera li Peymana Stenbolê, ji bo bi temamî sepandina qanûna bi hejmara 6284’an, ji bo rakirina her cûre cûdakariya li dijî jinan, ji bo sepandina hemû mewzûat û qanûnên netewî û navnetewî yên di rêya têkoşîna li dijî tundiyê de, ji bi çêkirina polîtîkayên wekheviya zayenda civakî diparêzin ê ji bo sepandina van hemûyan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku em hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û berxwedanê geş bikin em bangî hemû jinan dikin.”