Li Şengalê pêngava ziman

Li Şengalê ji bo destnîşandkirina girîngiya zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê civîn têne lidarxistin. Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Şengalê li herêma Qibletê ya Şengalê civînek lidar xist.

Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Şengalê bi dema nû ya perwerdeyê re li seranserê Şengalê dest bi civînên gel kiriye. Piştî aliyê Şemalê ya Şengalê, doh jî ji bo sazî û rêxistinên li aliyê Qibletê yê Şengalê civîn hate lidarxistin.

Di civînê de mamosteyên saziyê li Meclîsa Gel a Şengalê axivîn û behsa girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê ango Kurdî kirin û ji hemû saziyan xwest gel teşwîq bikin, ji bo zarokên xwe li dibistanên Kurdî tomar bikin.

Her wiha ji malbatan jî xwestin li ser xwendina zarokên bisekinin û zêdetir girîngiyê bidin ser xwendinê.

Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Qîranî ji hemû saziyên rêveberiya xweser xwest ji bo xwendina zimanê Kurdî bikevin nava hewldanê û hewl bidin zarokên nû ji kampan vedigerin jî li dibistanên Kurdî werin tomarkirin.

Her wiha ji bo xwendekarên diçin dibistanên aramî û Erebî jî saziya ziman û perwerdeyê xwest hemû malbat zarokên xwe di nava hefteyê de çend rojan bişînin dibistanên kurmancî (latînî).