Pêşengeha Şehîd Herekol bi dayîna xelatan bi dawî bû

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi xelatkirina sazî, weşanxane û nivîskaran bi dawî bû.

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Gelek çapxaneyên xwecihî û yên navneteweyî beşdar dibin. Îsal jî 8’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişloyê ji bo 8 rojan dest pê kiribû. Îro pêşengeh di roja xwe ya 8‘an de bi çalakiyan bi dawî bû.

Di van 8 rojan de zêdetirî 143 hezar pirtûkên  wêje, çîrok, roman, helbest, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda û yên zarokan bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Elmanî hatin pêşandan.

Beriya destpêkirina çalakiyên roja dawî ya pêşangehê deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştre axaftina girtina pêşangehê ji aliyê dayika şehîd Herekol Xedîce Îbrahîm ve hate kirin.

Ji Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebûd Mexso jî wiha got: “8 rojên tijî zanist me bi hev re qedand wê ev roj bibin dîrok û di dilê me de bimînin. Wek komîteya amadekar em spasiya hemû sazî, kovar û weşanxaneyan dikin. Spasiya malbata Şehîd Herekol dikin ji ber di vekirin û girtina pêşengehê de bê kelem amade bûn.”

Abûdê Mexso di dawiya axaftina xwe de spasiya Rêveberiya Xweser kir ku vê derfeta xwendinê ku bingeha şoreşê ye daye û got: ” Em soz didin ku hîn bêhtir çalakiyên din di aliyê zanistî de çêbikin.”

Piştre Hevseroka Desteya Çandê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf axivî û got: Ev pêşengeh îrade, wêje û çanda me ya xurt nîşan da. Ev derfeta ku Rêveberiya Xweser da pir baş bû ku çanda xwendinê di nav xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belav bibe.”

Piştî axaftinan ji aliyê Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî, endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef û hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf û Murhef Fehed ve malbata şehîd Herekol (Hisên Şawîş), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê, nivîskar û rewşenbîr Arşek Baravî, nivîskar Merwan Berekat û xebatkar Delîl Doxan bi spasnameyan hatin xelatkirin.

Piştre 54 weşanxane, pirtûkxane, yekitî û navendên ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bûbûn hatin xelatkirin.