Li Başûrê Kurdistanê kîjan partiyan çend wekîl bi dest xistin?

Li gorî encamên jimartina ji sedî 99 ê dengên hilbijartinên Başûrê Kurdistanê, hejmara kursiyên PDK'ê kêm bû. YNK'ê û Nifşê Nû hejmara wekîlên xwe zêde kirin.

Li Herêma Kurdistanê ya Federal roja Yekşemê ji bo hilbijartina 100 wekîlan dengdan hate kirin. Li gorî Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê di asta ji sedî 72'an de bû.

Di encama hilbijartinê de ku li Hewlêr, Silêmaniye, Dihok û Helebceyê dengdan hate kirin, ti partiyê hejmareke karibe bi tena serê xwe hikumetê ava bike, bi dest nexist.

Li gorî encaman PDK bû partiya yekemîn, YNK bû duyemîn û Nifşê Nû jî bû sêyemîn. Zêdebûna dengê Nişfê Nû surprîz hate dîtin.

Li gorî encamên dawî ku ji sedî 99 ê dengan hatin jimartin PDK'ê 40 kursî, YNK'ê 23 kursî û Nifşên Nû jî 16 kursî bi dest xistin. Her wiha Yekgirtû 7 kursî, Civata Edalet a Kurdistanê 3 kursî, Helwest 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî û Tevgera Goran jî kursiyek bi dest xistin.

Hejmara kursiyên li Parlamenta Kurdistanê berê 111 wekîl bû û bi biryara dadgeha Bexdayê ji bo 100 kursiyan hatibû kêmkirin. 5 kursî ji bo hindikahiyan hatiye veqetandin. Di hilbijartinên dawî de ku sala 2018'an hate kirin, PDK'ê 45 kursî, YNK'ê 21 kursî bi dest xistibûn. Di heman hilbijartinê de Tevgera Goran 12 kursî, Nifşê Nû 8 kursî, Koma Îslamî ya Kurdistanê (Komal) 7 kursî û yên din jî 7 kursî bi dest xistibûn.

Di hilbijartinên 20'ê Cotmehê de li Hewlêrê weke kevneşopî PDK bû partiya yekemîn, li Silêmaniyeyê jî YNK di rêza yekemîn de bû. Li Dihokê PDK, li Helebceyê YNK'ê piraniya dengan wergirtin.

Bi giştî PDK'ê 802 hezar deng, YNK'ê zêdeyî 348 hezar deng bi dest xistin. Nifşê Nû jî zêdeyî 270 hezar deng wergirt. Partiya Yekgirtû jî bi zêdeyî 110 hezar dengan bû partiya çaremîn.

Tê gotin, hejmara dengên hêzên ewlekariyê yên 18'ê Cotmehê bi kar anîn, di nava vê rêjeyê de nîne. Komîsyona Hilbijartinê hîn encamên dawî eşkere nekiriye.