Cenazeyê Cîn ê şehîd ket, hate veşartin

Cenazeyê Basrî Cîn ê li bejahiya Elkê di bombardûmanê de şehîd ket li navçeya Silopiyayê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Basrî Cin (Brûsk Kato) piştî hefteyekî radestî malbatê hate kirin. Malbata Cîn a li bendê bû ku duh seat di 16:00’an de cenazeyî teslîm bigire lê belê cenaze bêyî hincet saet di 23:00’an de radestî malbatê hate kirin. Malbata ku cenaze stand ji bo ku veşêrin birin navçeya Silopiya ya Şirnexê. Li vir jî piştî wecibeyên olî hatin pêk anîn, cenaze bi tevlibûna gelek kesan li Goristana Taxa Ofîsê ya navçeya Silopiyayê hate veşartin.

Cenazeyê Serhat Temel (Rûstem Çekdar Kato) duh li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê û Yilmaz Sala (Kamûran Gever) jî li gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê hatibûn veşartin.

Her wiha cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê bi nasnavê Dilsoz Rojhilat ku di heman şerî de şehîd bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin.