BI DÎMEN

Li Nurnberg û Kielê Zeynep Kinaci hat bibîranîn

Li bajarê Nurnberg û Kiel ê Elmanyayê, Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiyan hate bibîranîn.

Li bajarê Nurnber û Kiel ê Elmanyayê, di 28'emîn salvegera şehadeta wê de hat bibîranîn.

NURNBERG

Li Nurnbergê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Nurnberg û Meclîsa Jinê, şehîd Zîlan hat bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd Zîlan hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser çalakî û jiyana şehîd Zîlan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe rêya jiyanek nû vekir û derbeyek li polîtîkayên dijmin ên li ser Kurdan da.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd, namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê jî şehîd Zîlan hat bibîranîn. Di bîranînê de wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd Zîlan hatin danîn. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana şehîd Zîlan hat pêşandan.

Di bîranînê de Endamê Meclîsa Demokratîk a Gel a Kielê Îhsan Mûş axivî û got: “Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe di nava hewla tunekirina gelê Kurd e ye. Divê em bi ruhê şehîd Zîlan li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin. Şehîd Zîlan rêya têkoşîn nîşanî me da. Îro dewleta Tirk erdnîgariya Kurdistanê dişewitîne û talan dike. Dar û daristanên me dişewitîne. Mirovên me bi zinî şewitîn divê şewatê de. Ev dewlet ne tenê dijminê mirovan e, dijminê xwezayê ye jî.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Kielê Rojîn Rojava jî axivî û ev tişt got: “Dewleta Tirk li çar aliyên Kurdistanê bi hovane êrîşî destkeftiyên gelê me dike. Dewleta Tirk bi hevkariya xiyaneta PDK’ê dixwaze dixwaze şer di nava Kurdan de çêke. Li dijî vê divê ewilî jin û hemû gelê me li têkoşîna azadiyê xwedî derkeve û ruhê şehîd Zîlan di hindirê xwe de ava bike.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.