Amadekariyên ji bo festîvala Merîwanê didomin

14’emîn Festîvala Şanoya Kolanê ya Merîwanê wê 23’ê Tebaxê (înê) destpê bike. 38 berhemên şanoyê derbasî qonaxa dawî ya festîvalê bûn.

Rêveberê 14’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê ya Merîwanê Fatîh Badperwa diyar kir ku 38 berhemên şanoyê derbasî qonaxa dawî ya festîvala Merîwanê bûn.

Badperwa bi domdarî got; “11 berhemên şanoyê di beşa kêbirkêya Îranê, 5 berhem di beşa ayînî û kevneşopî, 3 berhem jî di beşên cudahiyên pratîkî, 3 berhem di beşa navneteweyî (pêşkêşiyên navxweyî), 7 berhem di beşa navneteweyî (pêşkêşiyên derveyî), 5 berhem di beşa bijartî ya festîvalan û 4 berhem jî di beşa zarok û ciwanan derbasê qonaxa dawî ya vê dewreya festîvalê bûne.”

Festîvala navneteweyî ya şanoya kolanê ya Merîwanê her sal li bajarê Merîwanê bi tevlîbûna gelek kesan tê lidarxistin.

Festîvala îsal 23’ê Tebaxê destpê dike û heta 27’ê Tebaxê bidome.