Li Îranê wezîfedarkirinên nû

Piştî kuştina Huseyîn Selamî û Mûhammed Bakirî ji bo Fermandariya Artêşa Muxafizên Şoreşê Ahmed Vahîdî û ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê jî Habîbûllah Seyyarî bi demkî hatin tayînkirin.

LI ÎRANÊ WEZÎFEDARKIRINÊN NÛ

Di çarçoveya operasyona 'Şêr ê bilindbûyî' ya Îsraîlê de, di encama êrîşên hewayî de Fermandarê Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê Tumgeneral Huseyîn Selamî û Serokê Fermandariya Giştî Tumgeneral Mûhammed Bakirî hatin kuştin.

Li ser vê yekê Îranê ji bo Fermandariya Artêşa Muxafizên Şoreşê Ahmed Vahîdî û ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê jî Habîbûllah Seyyarî bi demkî tayîn kir.

Herdu kes jî dema bihurî di asta bilind a siyasî û leşkerî de wezîfe kiribûn.

Ahmed Vahîdî di navbera salên 1988-1998'an de fermandarî ji Hêza Qûdsê re kir ku yekîneya operasyona derve ya Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê ye. Di navbera salên 2009 û 2013'an de jî wezîrê parastinê, di navbera salên 2021 û 2024'an de wezîrê karên hundir bû.

Habîbûllah Seyyarî jî di navbera salên 2007 û 2017'an de Fermandarê Hêzên Deryayî yên Îranê bû. Seyyarî her wiha salên dawî di gelek wezîfeyên leşkerî yên stratejîk de kar kir.