Pezeşkiyan: Wê bersiveke tund were dayîn
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan got, “Miletê Îranê û rayedarên welêt, wê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Wê bersiveke bi aqilane, xurt û tund bê dayîna vê rejîma dagirker.”
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan got, “Miletê Îranê û rayedarên welêt, wê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Wê bersiveke bi aqilane, xurt û tund bê dayîna vê rejîma dagirker.”
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan têkildarî êrîşên Îsraîlê, axivî û xîbatî gel kir. Pezeşkiyan ev tişt got:
“Miletê Îranê û rayedarên welêt, wê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Bersiva rewa û xurt a Komara Îslamê ya Îranê wê dijmin ji vê çalakiya ehmeq poşman bike.
Îro gelê Îranê ji her demê zêdetir pêdivî bi yekîtî, bawerî, piştevanî û hevgirtina neteweyî heye. Bi izna Xwedê, wê bersiveke aqilane, xurt û tund bê dayîna vê rejîma dagirker.”
Serokkomarê Îranê ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir: “Komara Îslamê ya Îranê heta niha ji bo aştiya cîhanê û herêmê hemû derfetên xwe seferber kiriye, nîşan daye ku ji bo muzakereyan amade ye û bi van hewldanan nêzîkatiya xwe ya aştîxwaz îspat kiriye. Lê belê li dijî êrîşeke li ser xaka xwe jî, wê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne û bi rengekî bi biryar û teqez bersiv bide.”