ROJANE
Hemû Nûçe
-
Astengdarê zihnî Ugur Gezer hat girtin
Ugur Gezer ku ji sedî 50 astengdarê zihnî ye û ji hêla medyaya AKP’ê ve hedef hatibû nîşandan, hate girtin. -
Ûgûr Gezer ê astengdar, berê hatiye girtin û bi raporê hatiye berdan
Dayika Ûgûr Gezer ê ji sedî 50 astengdar ku piştî hedefgirtina trol û medyaya îktîdarê hate binçavkirin, Fatma Gezer bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe da. -
Li Bexdayê doza derbarê Barzaniyan de hate taloqkirin
Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li dijî Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Rêber Ehmed li Dadgeha Federal ya Iraqê doz vekiribû, Lê Dadgeha Federal a Iraqê civîn ji bo 12’ê Gulanê paşxist. -
Çandar ji Wezîrê Edaletê re got: Hurmetê nîşanî îradeya gel bide!
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar serdana Şaredariya Sûrê kir ku desthilatdariyê kiriye hedefa xwe û ji Wezîrê Edaletê yê ku 'kursî li bin wî diheje' û ji hikumetê re got, "Hurmetê nîşanî îradeya gel bidin." -
KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir: Dakevin qadan
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Metînayê bang li gelê Kurd û dostan kir ku dakevin qadan. -
Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî birî
Dewleta Îranê li mamosteya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî 10 sal cezayê girtîgehê birî. -
Li Îzmîrê milîsên HBDH'ê febrîqeya metal şewitandin
Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Çîglî ya Îzmîrê li hemberî febrîqeyeke metal çalakiya sabotajê kirine û febrîqe şewitandine. -
'Rêya derketina ji krîzê di çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe'
Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe û got ku rêya derketina ji krîza aborî bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd e. -
Şahîn: Bi rêya narkotîkê hewl didin paşeroja ciwanên me tarî bikin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, "Li cografya Kurdistanê ji bo ciwan ji nasnameya xwe dûr bikevin polîtîkaya narkotîkê tê meşandin. Armanca wan a bingehîn jî tarîkirina paşeroja ciwanên me ye." -
ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevşaredarên Wêranşarê xwestin mufetîş lêkolînê bikin
Hevşaredarên Şaredariya Wêranşarê ya DEM Partiyê diyar kirin ku deynê şaredariyê yê ku heta niha tesbît kirine 421 milyon û 780 hezar TL ye û ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Dîwana Muhasebatê daxwaza lêkolînkirina deynan kirin. -
DEM Partî: Em ê rê nedin komployên we yên erzan
DEM Partiyê da zanîn ku AKP-MHP'ê hewl da windahiyên di hilbijartinan de bi operasyonan veşêre û got, "Em we armanca we baş zanin, em ê ti carî rê nedin komployên we yên erzan." -
FEDA bertek nîşanî gotinên nefretê yên li dijî Elewiyan da
FEDA'yê bertek nîşanî gotinên Melîh Gokçek ê AKP'î yên li dijî Elewiyan da û bal kişand ser armanca dewletê ya asîmîlasyon û qirkirina çandî. -
Berxwedana Emîne Şenyaşar didome: Rêxistinên pîşeyî çûn serdana nobetê
Gelek saziyên pîşeyî çûn serdana Nobeta Edaletê ya ku ji hêla dayika Emîne Şenyaşar hatiye destpêkirin. -
Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin
Derbarê 15 girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava çalakiyê de ne, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Rewşa girtiyên nexweş Kaya û Guvel giran e
Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, hat ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Adullahîm Kaya û Mehmet Guvel giran e û hate gotin ku divê bên berdan. -
Desthilatdarî tehemûlî têkçûna xwe ya di hilbijartinê de nake: Bêbextî û lêpirsîn
Ji desthilatdariya AKP û MHP'ê re têkçûna hilbijartinan giran hat û li dijî şaredariyên DEM Partiyê serî li bêbextî û lêpirsînan dide. -
Dayikên Şemiyê ji bo Keremoglû yê hatî qetilkirin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Kadîr Keremoglû yê ku 14’ê Nîsana 1995’an li Wanê ji aliyê JÎTEM’ê ve di bin çavan de hate qetilkirin, hatin ba hev. -
Bakirhan: Me rotaya siberojê diyar kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wê di dema nû de rêxistinbûn û pêşketinê esas bigirin û got: “DEM Partiyê li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê û rotaya siberojê diyar kiriye.” -
MAK’ê li dijî qeymeqamtiya Xinisê çalakî kir
Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), li dijî qeymeqamtiya navçeya Xinisê ya Erziromê çalakî kir. Wesayîta zirxî ku hat cihê bûyerê jî bû hedefa MAK’ê. -
Prof. Grubacîc: Abdullah Ocalan ji Rêberekî gelekî zêdetir e
Prof. Andrej Grubacîc, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rêberekî şoreşgerî gelekî zêdetir e û got ku ew fîlozof, civaknas û zanyar e. -
Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê çalakiya sabotajê lidar xist
Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê li Esenyûrta Stenbolê li dijî kargeheke çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama şewatê de kargeh bêkêr bûye. -
Ji bo aştî û îstiqrarê navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e
Konfederasyona Sendîkayên Skoçyayî ku li Îngilistanê nûneriya zêdeyî nîv milyon karkeran dike, di kongreya giştî ya 2024’an de biryar da ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bike. -
ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Berdevka DEM Partiyê bertek nîşanî mufetîşên şandin Mêrdîn û Amedê da
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirk li ser şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Mêrdînê da û got, "Em pêşniyar dikin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo hewldanên pûç û vala xerc nekin."