Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî birî

Dewleta Îranê li mamosteya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî 10 sal cezayê girtîgehê birî.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî hat birîn.

Soma Pûr Mihemedî ku mamostaya zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn’e, bi "rêxistinkirina kom û rêxistinên zerarê didin ewlekariya Îranê" tê sûcdarkirin.

Beriya niha jî bi sûcdariya 'zerardayîna li ewlekariya cemaweriyê' salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.