Hevşaredarên Wêranşarê xwestin mufetîş lêkolînê bikin

Hevşaredarên Şaredariya Wêranşarê ya DEM Partiyê diyar kirin ku deynê şaredariyê yê ku heta niha tesbît kirine 421 milyon û 780 hezar TL ye û ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Dîwana Muhasebatê daxwaza lêkolînkirina deynan kirin.

Hevşaredarên DEM Partiyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de şaredariyê ji AKP'ê dewr girtin, deynê şaredariyê eşkere kirin. Hevşaredaran daxuyandin ku deynê şaredariyê yên ji dema rêveberiya AKP'î maye 421 milyon û 780 hezar û 594 TL ye û ji Dîwana Muhasebatê û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê xwestin ku ji bo lêkolînkirina deynan mufetîşan bişînin. 


Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Rêveberiya berê şaredariya me di bin deynên giran de hişt. Weke ku me di dema hilbijartinan de soz dabû, me ji Dîwana Muhasebatê û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê daxwaza lêkolîna mufetîşê kir. Di encama lêkolînên ku hatin kirin de deynê şaredariya me yê ku heta niha me karîbû tesbît bikin 421 milyon û 780 hezar û 594,85 TL ye. Deynên ku me tespît nekirine û di demên pêş de derkevin holê em ê bi gelê xwe re parve bikin. Em dixwazin hûn bizanibin ku em ê pêvajoyê bişopînin. Em vê yekê bi rêzdarî ji gelê Wêranşarê re radigihînin."