ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyyaê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, "Li cografya Kurdistanê ji bo ciwan ji nasnameya xwe dûr bikevin polîtîkaya narkotîkê tê meşandin. Armanca wan a bingehîn jî tarîkirina paşeroja ciwanên me ye."

Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulhalîm Kaya ku di asta ji sedî 93 de astengdar e û temenê xwe 86 salî ye, sirgûnî girtîgeheke din hate kirin.

Şaredariya Kantona Efrîn-Şehbayê ku li gel ambargo û êrîşan jî karê xwe bênavber dike, li ser bingeha jiyaneke ekolojîk xizmetê ji gel re dike. Di sala 2024'an de wê bi enerjiya rojê xizmet ji navçe û gundan re bê kirin.