Çandar ji Wezîrê Edaletê re got: Hurmetê nîşanî îradeya gel bide!

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar serdana Şaredariya Sûrê kir ku desthilatdariyê kiriye hedefa xwe û ji Wezîrê Edaletê yê ku 'kursî li bin wî diheje' û ji hikumetê re got, "Hurmetê nîşanî îradeya gel bidin."

Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çandar serdana Şaredariya Sûrê ya Amedê kir.

Çandar ji aliyê Hevşaredarên Sûrê Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol ve hate pêşwazîkirin.

Parlamenter Cengîz Çandar anî ziman ku rejîma qeyûm bi hilbijartinên 31'ê Adarê re qediya ye û got, "Xuya ye hin hêz û derdor nikarin xwe li vê yekê rabigirin. Ji bo karibin careke din rejîma qeyûm bixin rojevê serî li hin provokasyonan didin."

Çandar got, "Çawa ku li Wanê skandala mazbatayê bi encam nebû, ne li Sûrê, ne li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne jî li Bajarê Mezin a Mêrdînê wê nikaribin bigihêjin armanca xwe. Ji vê derê dixwazim çend gotinan ji Wezîrê Edaletê re bibêjim; zane ku kursiya li bin wî diheje. Li Tirkiyeyê di dema wezîrtiya wî de tiştek ji edaletê nameye. Lewma divê serî li dek û dolaban nede. Wê nikaribe encamê bi dest bixe. Ji ber ku sûcekî biçûk jî nîne ku Şaredariya Sûrê pê bê sûcdarkirin. Şaşitiyeke Şaredariya Sûrê nîne. Bila xwediyên desthilatdariyê hurmetê nîşanî îradeya gel bidin."