Li Bexdayê doza derbarê Barzaniyan de hate taloqkirin

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li dijî Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Rêber Ehmed li Dadgeha Federal ya Iraqê doz vekiribû, Lê Dadgeha Federal a Iraqê civîn ji bo 12’ê Gulanê paşxist.

Di 22’yê Adarê de Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Êvan Fayeq bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li Dadgeha Federal ya Iraqê dijî serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karê Hindir ê hikumeta demborî Rêber Ehmed doz vekiribû.

Dadgeha Federal a Iraqê biryar da bû ku di 31’ê Adarê de, li ser giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê ya dijî Mesrûr, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed bicive.

Lê civîn ji bo 21’ê Nîsanê ango îro hatibû paşxistin.

Civîna dadgehê ya ku wê îro li ser doza li dijî Barzaniyan pêkbihata, ji bo cara duyem hat paşxistin. Dadgehê biryar da roja 12’ê Gulana 2024’an carek din li ser heman dozê bicive.