DEM Partî: Em ê rê nedin komployên we yên erzan

DEM Partiyê da zanîn ku AKP-MHP'ê hewl da windahiyên di hilbijartinan de bi operasyonan veşêre û got, "Em we armanca we baş zanin, em ê ti carî rê nedin komployên we yên erzan."

LÊPIRSÎNÊN ŞAREDARIYÊN BAJARÊN MEZIN ÊN AMED Û MÊRDÎNÊ 

Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê operasyonên ferasetê yên di demên dawî de li dijî şaredariyên ku DEM Partiyû bi dest xistine, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin dayîn:

“Di 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê çûn ser sindoqan, hevşaredar û endamên meclîsê ku dê 5 salan bajarên ku lê dijîn bi rêve bibin, hilbijartin. Ji 31’ê Adarê ve weke rêveberiyên xwecihî yên  DEM Partiyê hewl didin ku ji  wêrankirina qeyûman û talankirina şaredariyan çareseriyekê bibînin û em bi hemû hêza xwe ji bo xizmeta gel dixebitin. 

Li gorî feraseta me ya rêveberiya xwecihî, armanca me ya bingehîn ew e ku em ji her tax, navçe û bajaran re xizmetê bikin. Şaredariyên me bêyî ku tevlî nîqaşên giştî yên siyasî bibin, bi xebatên xwe yên xizmetguzarî cudahiya xwe nîşan didin dest xebatê kirine.

SIYASETA MÊTINGERIYÊ DEMA XWE TIJE KIRIYE

Bi taybetî rêveberiyên me yên xwecihî û hemû rêveberiyên me bi salan e bêyî ku sembol û nirxên wekeal, netewe û sirûdê bikin pirsgirêkek bi siyasetê re mijûl dibin û xizmetê dikin. Şaredariyên DEM Partiyê, cudahiyê naxa navbera nasname, nirx, bawerî û sembolên welatiyên me û ji wan re rêzdar e. Li ser esasê xizmetguzariya wekhev xebatê dimeşînin.

Her çiqas ev rastî bi awayekî vekirî bên zanîn jî, li dijî şaredariyên me fen û fûtên qirêj tên pêşxistin, şaredariyên me bi îdîayên derew û komployên qirêj dikin hedef. Hikûmet bi van operasyonên ferasetê hewl dide windahiyên ku di hilbijartinan de dîtiye veşêre.

Li Tirkiyeyê serdema ku li ser mêtingeriya sembol û nirxên weke ala û sirûda netewî siyasetê dikin, derbas bûye. Raya giştî ya demokratîk van operasyon û komployên erzan cidî nagire.

Îro li her bajarî talankirin, lêçûnên nelirêtî û deynên şaredariyên ku ji qeyûm û partiya desthilatdar hatine girtin, derdikevin holê. Ev pêkanînên talanê rojeva rastî ya gelan e. Wezareta Karên Hundirîb a ku dixwaze vê rewşê veşêre, tayînkirina mufetîşên şaredariyên me bi operasyonên erzan hewl dide nîqaşên kevin dîsa bîne rojevê. Wezîfeya sereke ya wezaretê ew e ku li ser talan, gendelî û talankirina şaredariyan lêkolîn bike û berpirsyaran derxîne pêşberî dadgehê.

DIVÊ KESÊN TALAN Û GENDELÎ KIRINE JÎ TÊXIN NAVA VÊ LÊPIRSÎNÊ

Weke DEM Partiyê eniya me spî û serê me bilind e. Şaredariyên me wê ji lêpirsînê nerevin. Lê belê em daxwaz dikin ku ev lêpirsîn li ser talan, gendeliyên şaredariyan berfirehtir bibin.

Herî dawî ji dîmenên ku di çapemeniyê de cih girtine hevşaredarên me yên Sûrê li dijî welatiyê ku ti têkiliya wî ya fermî bi partiya me re tune ye heqaretên kiriye derketine.  Em bang li hêzên qirêj ên ku hewl didin bi operasyonên ferasetê şaredariyên reş bikin, dikin ku; em we û armanca we baş zanin, em ê ti carî rê nedin komployên we yên erzan.

Di vê çarçoveyê de em van planên qirêj ên li ser sembol û nirxan tên kirin bi tundî şermezar dikin. Tevî van planan jî em ê bi hemû hêza xwe xebatên xwe bidomînin da ku zirarên li bajar û şaredariyan ji holê rakin, xizmetê ji gel re bikin û gel li hemberî qeyrana aborî biparêzin."