Rewşa girtiyên nexweş Kaya û Guvel giran e

Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, hat ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Adullahîm Kaya û Mehmet Guvel giran e û hate gotin ku divê bên berdan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê her hefte çalakiya ‘Rûniştina F’ lidar dixe. Vê hefteyê çalakiya 630’emîn li ber avahiya komeleyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hat kişandina ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Guvel ku bi rapora xwe ya ji sedî 80 astengdar, li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin.

Mirovê Şemiyê Eren Baskin metna çapemeniyê xwend. Baskan diyar kir ku Guvel ê 78 salî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, bi alîkariya kesên cuda jiyana xwe didomîne.

Baskin got ku divê rewşa wî ya astengdariya giran û temenê wî berçav bê girtin û ji bo mafê wî yê tedawî û tenduristiyê pêk bê, divê were berdan.

ENQERE

Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 502’yemîn a çalakiya xwe de hatin ba hev. Di çalakiyê de bal tê kişandina ser rewşa girtiyên nexweş. Daxuyanî li Şaxa Enqereyê ya ÎHD’ê hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser rewşa Abdulalîm Kaya (81) ku ji sedî 93 astengdar e.

Ji Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ragihand ku Kaya di dema hevdîtinê de di rewşa ku malbata xwe jî nas neke de ye û got: “Divê demildest were berdan.”