BI DÎMEN

Dayikên Şemiyê ji bo Keremoglû yê hatî qetilkirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Kadîr Keremoglû yê ku 14’ê Nîsana 1995’an li Wanê ji aliyê JÎTEM’ê ve di bin çavan de hate qetilkirin, hatin ba hev.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ji bo aqûbeta yên di bin çavan de hatine windakirin were eşkerekirin û faîlên diyar bên darizandin, li Qada Galatasarayê di hefteya 995’an de hatin ba hev. Di çalakiyê de aqûbeta Mirovê Karker ê Geverî Kadîr Keremoglû hate pirsîn. Keremoglû 14’ê Nîsana 1995’an li Wanê ji aliyê JÎTEM’ê ve bi Torosa spî hate revandin û di bin çavan de hate qetilkirin.

Keça Helbestvan Metîn Altinok ku di Komkujiya Madimak a Sêwasê de hate qetilkirin, Zeynep Altinok jî beşdarî çalakiyê bû. Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Gulseren Yolerî ve hate xwendin.

Kurê Kadîr Keremoglû, Bahattîn Keremoglû wiha got: “Bavê min beriya 29 salan hate revandin û hate înfazkirin. Me ji dewletê edalet xwest, me xwest ku bila goreke bavê min hebe ku em bikarin di cejnê de serdan bikin.”

Piştî axaftinê, Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ku ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hatibû dorpêçkirin, li ser navê hemû ‘windayan’ qurnefîl danîn.