Astengdarê zihnî Ugur Gezer hat girtin

Ugur Gezer ku ji sedî 50 astengdarê zihnî ye û ji hêla medyaya AKP’ê ve hedef hatibû nîşandan, hate girtin.

Welatiyê bi navê Ugur Gezer ku ji sedî 50 astengdarê zihnî ye û medyaya AKP’ê hedef nîşan dabû, bi îdiaya ku di dema wergirtina mazbatayê ya Hevşaredarên Sûra Amedê de “heqaret” li wêneyên Mûstafa Kemal Ataturk û serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kiriye, duh di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Gezer îro di danê nîvro de sewqî edliyeyê hate kirin. 

Gezer, bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna têkildarî sûcên li dijî Ataturk de” û “heqareta li dijî serokkomar” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. 

Gezer bi heman sedeman hate girtin.