'Rêya derketina ji krîzê di çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe'

Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe û got ku rêya derketina ji krîza aborî bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

KRÎZA ABORÎ

Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê krîza aboriyê ya li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj kûrtir dibe. Ji ber krîza aboriyê sînorê xizaniyê derket 66 hezar lîreyî, li Kurdistan û Tirkiyeyê mûçeyê kêmtirîn jî 17 hezar lîre ye. Rêjeya welatiyên ku bi mûçeyê kêmtirîn dijîn di ser 50 ji sedî re ye.

Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP'ê û budçeya ku ji bo şer xerc dike, gel mehkûmî birçîbûnê dike. Ji ber krîza aboriyê her roj bi sedan karsaz girtî ne, bêkarî û xizanî jî zêde dibe.

Serokê berê yê SMMMO’yê Îbrahîm Şahîn, diyar kir ku lîreyê Tirk her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Şahin, da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de aboriya welat zirarek cidî jiya û got ku piştî hilbijartinê bi bihakirina her tiştî re cardin fatûra li gel dibirin. Şahîn, anî ziman ku yek ji bajarên ku herî zêde ji krîza aboriyê bandor bûye Wan e û wiha got, “Sedemên krîza li welatê me, ji ber ku polîtîkayên hilberîn û îstihdamê bi çavkaniyên îthal tên telafkirin, mercên ewlekariyê yên qanûnî yên veberhêner nayên avakirin, xerckirinên nepêwîst û têgînên serweriya hiqûqê nayên avakirin.”

Şahîn, di dawiyê de jî diyar kir ku sedema krîza aboriya ya herî bingehîn ya li Kurdistan û Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û got eger pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe, mîqdarê pereyên ji aliyê aboriyê ve hatine xerckirin dikarin bigihêjin asteke ku bi tevkariyê li pêşketina welêt bike û bandorê li krîzê bike.