Ûgûr Gezer ê astengdar, berê hatiye girtin û bi raporê hatiye berdan

Dayika Ûgûr Gezer ê ji sedî 50 astengdar ku piştî hedefgirtina trol û medyaya îktîdarê hate binçavkirin, Fatma Gezer bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe da.

Duh li ser medyaya dijîtal hesabên trol bi hinceta “heqaret li nirxên Tirkiyeyê kiriye”, dest bi provakasyonekê kirin û hevşaredarên navçeya Sûr a Amedê û rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hedef nîşandan. Piştî parvekirinan, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal îdia kir ku rêveberên DEM Partiyê piştî merasîma wergirtina mazbatayê ya Hevşaredarên Sûrê, “heqaret li wêneyê Ataturk û Erdogan kiriye” û ji bo lêkolînkirina rewşê mifetîş hatiye peywirdarkirin. Yerlîkaya piştre jî ragihand ku ji ber heman sedemê kesê bi navê U.G. hatiye binçavkirin.

Hat zanîn ku Ûgûr Gezer ê hatiye binçavkirin ji hişê xwe ji sedî 50 astengdar e û ev yek di raporê de jî xuya dike. Hat zanîn ku Ûgûr Gezer di sala 2013’an de rapora “ji sedî 25 astengdar e” wergirtiye û ji ber vê rewşa xwe her du salan carekê diçe cem şandeyê. Lê di dema şerê Sûrê de Ûgûr Gezer tê girtin. Dema di girtîgehê de, li ser daxwaza dozgerî sewqî Beşa Psîkatriyê ya Nexweşxaneya Xarpêtê ya Dewletê hat kirin û wan jî sewqî beşa Psîkiyatriyê ya Navenda Tipê ya Tûrgût Ozal a Zanîngeha Înonu ya Meletiyê kir. Di encama kontrolê de bijîşkan ji bo U.G. tespîta “ji sedî 50 astengdarê zîhnî ye û hewce nake ji niha pê ve biçe cem şandeya bijîşkan” da. Piştî vê raporê jî Ûgûr Gezer tehliye bû.

Piştî hedefnîşandana hesabên trol, polîsan bi ser mala Ûgûr Gezer a li Amedê de girtin. Malbata Ûgûr Gezer da zanîn ku kurê wan li derve hatiye binçavkirin û polîsan piştre bi ser malê de girtine. Dayika Ûgûr Gezer, Fatma Gezer têkildarî bûyerê axivî.

Dayik Fatma Gezer bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe yê astengdar da û wiha got: “Ji sedî 50 astengdar e. Di demên berê de jî carekê hate girtin. Di dema girtinê de êşkence lê hate kirin. Du sal û nîvan girtî ma. Dema di girtîgehê de, bi daxwaza dozgerê girtîgehê sewqî Nexweşxaneyeke Xarpêtê hat kirin û li wir testa astengiyê kirin. Di testan de hat destnîşan kirin ji sedî 50 astengdarê zîhnî ye û rapora domdar dane. Kêmaqil e, xeberan dibêje û li me dixe. Ez nizanim kesekî wiha çawa dibe rêveberê partiya siyasî? Tu eleqeya kurê min bi wan re nîne û li ku qerebalixek hebe li wir e. Hemû gelê Amedê wî nas dike û dizanin ku astengdar e. Çi ji kurê min dixwazin?”

Fatma Gezer anî ziman ku ew nizanin niha kurê wan di çi rewşê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Duh saet di navbera 6 û şeş û nîvan de bi ser mala me de girtin. Mal ser û bin kirin û çûn. Kurê min astengdar e û diçe her derî. Em nikarin wî zeft bikin. Bila kurê min berd in, ma ew dê çi bi mirovekî astengdar bikin? Dibêjin rêveberê partiya siyasî ye. Bila lêkolîn bikin, heke cihekî de rêveber be wî demê çi dikin bila bikin? Lê ev tevek derewên medyayê ne. Kurê min hedef nîşan dan û li her derê belav kirin. Medya çawa kesekî astengdar weke hedef nîşan dide? Xwedê heqê kurê min li ba wan nehêle.”