Berxwedana Emîne Şenyaşar didome: Rêxistinên pîşeyî çûn serdana nobetê

Gelek saziyên pîşeyî çûn serdana Nobeta Edaletê ya ku ji hêla dayika Emîne Şenyaşar hatiye destpêkirin.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li ber Wezareta Edaletê di roja 81'emîn de didome. 

Dayika Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rihayê ye, şaxên Odeya Mîmaran ên Amed, Mêrdîn, Sêrt, Êlîh, Wan û Rihayê,endamên  şaxên Endezyarên Nexşeyê yên Amed, Mêrdîn, Çawlîg û Rihayê û Odeya Endezyarên Makîneyê yên Amedê çûn serdana nobetê.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar spasiya endamên şaxan kir û got, “Em mafdar in û daxwaza me edalet e. Sê mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Qeydên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne û ji dadgehê re nehatine şandin. Dayik 81 roj in li ber Wezareta Edaletê ye. Wezîrê Edaletê beriya niha bi dayika min re hevdîtin kiribû lê ji ber ku gav neavêt dayika min nobeta xwe didomîne. Deriyê sereke yê avahiya wezaretê ku niha em lê ne û her cara ku dayik tê vir tevî deriyê sereke hersê deriyan digirin. Ev yek nîşan dide ku Wezareta Edaletê çiqasî bêkêr û bêçare ye. Wezîrê Edaletê dema derdikeve pêşberî çapemeniyê, ji bilî xwe dijminatiyê tiştekî din nake. Em mafdar in û em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin."


Piştî nobetê dayika Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çû Meclîsê.