MAK’ê li dijî qeymeqamtiya Xinisê çalakî kir

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), li dijî qeymeqamtiya navçeya Xinisê ya Erziromê çalakî kir. Wesayîta zirxî ku hat cihê bûyerê jî bû hedefa MAK’ê.

ÇALAKIYA MAK'Ê YA LI DIJÎ QEYMEQAMTIYÊ

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), 19’ê Nîsanê bi şev di saet 01:50’an de li dijî qeymeqamtiya navçeya Xinisê ya Erziromê bi teqemeniyên destçêkiri çalakiyek kir. Wesayîta zirxî ya polîsan ku piştî nîv saet şûnde hat cihê bûyerî jî bi teqemeniyên destçêkiri hate xistin.

MAK’ê têkîldarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Çalakiyên berdewamî yên MAK’ê dijmin ditirsîne û eşkere ye ku dijmin timî di nava panîkê de ye. Dijmin xwe bi ewle hîs nake û ew ê hîs nekin! Ew ê di kolanên me de bi rehetî negerin! Ew ê nekaribin gelê me li kolanan bi kêfa xwe tacîz bikin. Heta ku ev pergala zilm û dagirkeriyê hilweşe û kolanên me azad bibe wê çalakiyên me bê navber bidomin. Piştî çalakiyê milîsên me bi awayekî serkeftî gihiştin qadên xwe. Em bang li jin û ciwanên Kurdistanî dikin ku tevlî refên Milîsên MAK’ê bibin.”