Li Îzmîrê milîsên HBDH'ê febrîqeya metal şewitandin

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Çîglî ya Îzmîrê li hemberî febrîqeyeke metal çalakiya sabotajê kirine û febrîqe şewitandine.

ÇALAKIYA HBDH'Ê

Di daxuyaniya Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH'ê de hate gotin, "18'ê Nîsanê saet di 06:00 de li navçeya Çîglî ya Îzmîrê, li Herêma Pîşesaziyê ya Ataturk me li hemberî febrîqeyeke metal çalakiyeke sabotajê lidar xistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şewat bi febrîqeya plastîk a li kêleka febrîqeyê ket û herdu febrîqe şewitîn. Di encama çalakiya sabotajê de herdu febrîqe bi temamî şewitîn û bi milyonan lîreyî zerar bû."

Milîsên HBDH'ê her wiha hişyarî dan ku eger pêleke nû ya êrîşê li dijî gerîlayên azadiyê destpê bike, berxwedan wê ne tenê li çiyê be, wê li tevahiya metropolan belav bibe."