ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam serlêdan hate kirin
Ji bo berdana girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin, serî li dozgeriyê hate dayin. -
Têkildarî 'mafê hêviyê' dema Tirkiyeyê piştî 3 mehan diqede
Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî 'mafê hêviyê' yê ji bo Rêber Apo da Tirkiyeyê, piştî 3 mehan di Îlona 2025'an de diqede. -
ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
AYM’ê ji bo nameyên 11 girtiyan ku bi hinceta “fikaredar e” ji hêla girtîgehan ve hatibûn desteserkirin, biryara binpêkirinê da. -
ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran name ji PE’yê re şand
ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran ku ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re 8 meh in girtî ye, ji Parlamentoya Ewropayê re name şand. -
Li Manîsayê ji bo Ferdî Zeyrek merasîma veşartina cenaze
Cenazeyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek hate veşartin ku roja ewilî ya cejnê piştî bi elektrîkê ket, hat rakirina nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da. -
Wezîrên Îran û welatên Ereb li Norwêcê kom dibin
Wezîrên karên derve yên Îran, Sûriye, Siûdî Erebistan, Misir û Ummanê vê hefteyê di çarçoveya foruma aştiyê ya salane ya li Norwêcê tê lidarxistin de, wê kom bibin. -
Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê di meha 116'an a komkujiyê de hatin bîranîn. -
Berdana girtiyê 30 salan hate taloqkirin
Berdana girtiyê 30 salan Nîhat Şahîn bi hinceta gotina 'Ji bo bi nasnameya xwe ya Kurd bijîm min berdêl da' hate taloqkirin. -
ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Înîsiyatîfa li Iraqê piştgirî da kampanya hevdîtina bi Rêber Apo re
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriyê dide kampanya navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re. -
Rêber Apo: Projeya min a nîvcomayî êdî temam bûye
Rêber Apo got, karê wî yê azadiya jinê êdî temam bûye ku jê re gotibû, 'projeya min a nîvcomayî' û diyar kir ku ya divê bê kirin 'pêkanîna vê yekê ye'. Rêber Apo got, "Bi qasî ku hûn pêwîstiyê pê bibînin ez ê bi we re bijîm û bi we re bim." -
PKK: Em bang dikin ku li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin!
Komîteya Navendî ya PKK'ê: Em bang dikin ku biryarên Kongreya 12'emîn rast bêne fêhmkirin û bi serketî bêne bicihanîn, li ser xeta Apoyî xwe nû bikin, ji pêvajoya nû re amade bikin, bikin milîtanên bi biryar û li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin. -
Fûat Kav: Çekdanîn bi şert û mercên Serok Apo ve girêdayî ye
Fûat Kav biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê şîrove kir û anî ziman ku têkoşîna çekdarî hatiye rawestandin, lê belê çek hînê nehatine danîn û got, "Meseleya danîna çekan bi şert û mercên Serok Apo û rêvebirina wî ya pêvajoyê ve girêdayî ye." -
Fîlozof Lowy: Fikrên Abdullah Ocalan cihê îlhamê ye!
Fîlozof Prof. Michael Lowy diyar kir ku fikrên Rêber Apo ji bo tevgerên ku têkoşîna civakî dimeşînin dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê û got, bicihhatina biryarên kongreya PKK'ê jî bi gavên şênber ên dewletê ve girêdayî ye. -
ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim
Omer Ocalan ku li Îmraliyê hevdîtin kir, peyama Rêber Apo ya Cejna Qurbanê parve kir: "Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim." -
Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê
Rêber Apo û 6 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi malbatên xwe re hevdîtina ji bo cejnê kirin. -
Girtiyê 30 salan bi kêfî nayê berdan
Berdana Mehmet Bahattîn Oncu ku divê 13'ê Hezîranê pêk were, bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ji bo 6 mehan hate taloqkirin. -
Kanar: Paketa Darazê ya 10'emîn neçareseriyê mezin dike!
Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku Paketa Darazê ya 10'emîn a ji Meclîsê derbas bû neçareserî mezin kiriye û got, "Nêta AKP'ê aştî nîne; ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike dixwaze polîtîkayên zextê yên klasîk dewam bike." -
ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Serdanên cejnê yên DEM Partiyê didomin: Aştî dide qezenckirin
Şandeya DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana AKP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê kir. Di serdanan de peyamên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd derketin pêş û bal kişandin ser pêvajoya çareseriyê ya ku navenda wê Meclis e. -
Serdanên cejnê yên di navbera partiyan de didomin
YRP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana DEM Partiyê kirin. -
Li Behra Egeyê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
Li Behra Egeyê bi pileya 5.2 erdhej çêbû. Hate tespîtkirin ku erdhej 7km di binê erdê de pêk hatiye. -
Li Stenbol û Enqereyê daxwaza berdana girtiyên nexweş hate kirin
Di daxuyaniyên çapemeniyê ku ji bo girtiyên nexweş ên giran Hasan Ruzgar û Kerîm Boran hatin dayîn de daxwaza berdana girtiyên nexweş hate kirin.