Ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam serlêdan hate kirin

Ji bo berdana girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin, serî li dozgeriyê hate dayin.

Çam di 16'ê Nîsanê de piştî krîza dil rakirin nexweşxaneyê, lê belê bêyî ku tedawiya wî temam bibe 22'ê Nîsanê careke din şandibûn girtîgehê.

Parêzera Çam Nezahat Celen di 9'ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û xwest înfaz bê taloqkirin. Di serlêdanê de hate ragihandin ku di çarçoveya Paketa Darazê ya 10'emîn de divê muwekîlê wê bê berdan ku bi tena serê xwe nikare jiyana xwe dewam bike.

Hate ragihandin ku Çam ê anjiyo piştî krîza dil lê hate kirin û du rehên wî girtî ne, ji ber temenê xwe nikare careke din bê emeliyatkirin û rîska krîza dil hîn dewam dike.

Parêzer Nehat Celen gelek nexweşiyên din ên giran ên Çam bi bîr xist û diyar kir ku timî sewqî nexweşxaneyê tê kirin û destnîşan kir ku hiştina wî il girtîgehê metirsiyeke mezin li ser jiyana wî ye.