ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek bajaran banga 1’ê Gulanê hat kirin
Beriya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran di çalakiyên li Îzmîr, Amed, Mêrsîn û Edeneyê de banga daketina qadan hat kirin. -
Li Dersimê bi hinceta stranên Kurdî ceza dan 5 siyasetmedaran
10 meh cezayê girtîgehê dan 5 sîyasetmedarên ku di dema “Meşa Mezin a Azadiyê” de li ber stranên Kurdî govendê gerandine. -
Rêxistinên pîşeyî ji bo aştî û wekheviyê bang kirin
Di merasîma bîranînê ya ji aliyê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ve hatî lidarxistin de kesên ku di 1’ê Gulana 1977’an de li Hevrazê Kazanciyê û di sala 1989’an de li Hevrazê Şîşhaneyê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Tulay Hatîmogûllari: Dora berpirsyariyê êdî ya dewletê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûlari anî ziman ku dora berpirsyariyê êdî ya dewletê ye û got, "Em li bendê ne ku li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji bo çareseriya demokratîk divê îradeya siyasî bê nîşandan." -
Serokkomarê Iraqê qanûna 'Helebece'yê îmze kir
Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd qanûna ku Helebceyê dike wîlayeta 19'emîn îmze kir. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Tanrikûlû: CHP têkildarî pirsgirêka Kurd îradeya çareseriyê nîşan dide
Parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû got: ‘’CHP pirsgirêka Kurd ne weke amûreke hilbijartinê, weke yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya Tirkiyeyê dibîne û bedêla wê her çi be jî îradeya çareseriyê nîşan dide.’’ -
Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. -
ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doktoran têkildarî rewşa Onder daxuyaniyeke nû dan
Doktorên endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek dan û gotin, "Ji aliyê norolojîk ve refleksên mejî yên nexweşê me kêm bûye û werimîna li mejî dewam dike." -
Ji rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan banga 'mafê hêviyê'
Rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan xwestin rejîma înfazê bê guhertin û 'mafê hêviyê' bê naskirin. Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku mafê hêviyê teqez divê bi cih bê anîn. -
Rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder hîn giran dibe
Di daxuyaniya nexweşxaneyê de ya li ser rewşa tenduristiyê ya endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, hate gotin "Metirsiya li ser jiyana wî mixabin mezin dibe." -
Girtiyê nexweş Çerçel bi kêfî nayê berdan
Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel bi sedemên kêfî nayê berdan. Berdana Çerçel herî dawî meha Adarê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin. -
Li Samsûnê hezaz: 3 kes mirin
Li navçeya Canîk a Samsûnê ji ber hezazê ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 2 jê zarok bûn. -
Kan: Narkotîk beşek ji polîtîkaya şerê taybet e
Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê Mûrat Kan got, "Sedema bingehîn a girêdana bi narkotîk û madeyê, her wiha hilweşîna exlaqî û dûrketina ji nirxên xwe yên civakê, polîtîkayên şerê taybet e. Ji ber vê rastiyê me platform ava kir." -
'Girtiyên nexweş di nava mirin û jiyanê de li ber xwe didin'
Hevseroka TUHAD-FED'ê Pinar Sakik destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan û got, "Girtî di navbera jiyan û mirinê de li ber xwe didin." -
ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tê payîn ku bijîjkên Onder sibê daxuyaniyê bidin
Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin ku xetereya wî ya jiyanê heye. Tê payîn ku bijîskên Onder sibê daxuyaniya çapemeniyê bidin. -
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Divê azadiya Birêz Ocalan misoger bibe. Di meseleyeke ewqas dîrokî de em qebûl nakin ku aktoreke dîrokî li Girîgeha Îmraliyê tecrîdkirî be. Divê birêz Ocalan azad bibe.” -
Meral Daniş Beştaş: Ya herî girîng şert û mercên azad ên karkirinê ye
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş got, "Aktorê siyasî yê ku karibe vê pêvajoyê çareser bike tecrîdkirî ye. Di vê rewşê de pêvajo bi çêkerî nameşe. Divê karibe di rewşeke azad de fikrê xwe yekser ragihîne. Ya herî girîng şert û mercên kar ên azad e." -
Cenazeyê Heydarunlu yê hate darvekirin radestî malbata wî nayê kirin
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku cenazeyê girtiyê siyasî Hemîd Hisên Necad Heydarunlu yê şeş roj berê li Girtîgeha Ûrmiyeyê hate darvekirin, radestî malbata wî nayê kirin. -
Ji KON-MED’ê peyama 1’ê Gulanê
KON-MED’ê, ragihand ku ew ê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan bin û got, “Em ê li dijî sîstema kapîtalîst a mêtinger, nijadperestî, cihêkarî û polîtîkayên şer têkoşînê mezin bikin.” -
ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Enqereyê êşkence û binçavkirina ciwanan hat protestokirin
Rêxistinên ciwanan û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê êşkence û binçavkirina ciwanan protetokirin û banga berdana ciwanan hat kirin.