Nûnerên Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê jî tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Bi tenê xelasî nîne yan bi hev re yan jî tu kes ji me” hatin berzkirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû, di bîranînê de got ku Qada Taksîmê bi biryara dadgehê teqez bûye ku qada 1’ê Gulanê ye. Arzu Çerkezoglû, diyar kir ku kesên ji bo pîrozbahiya li Qada Taksîmê bang kirin îro hatine binçavkirin û got: “Mafê qanûnî yê karker û kedkarane ku 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin. Em careke din soz didin ku dê Taksîmê azad bikin û vî welatî demokratîk bikin.’’
Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak, jî di axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî, polîtîkayên zextê û bêedaletiyê û bang li her kesî kir ku 1’ê Gulanê de berê xwe bide qadan.
Girseyê qurnefîl danîn cihê bîranînê û ber bi Hevrazê Şîşhaneyê ve meş lidar xist. Mehmet Akîf Dalci, ku di sala 1989’ê de li Hevrazê Şîşhaneyê hatibû qetilkirin jî hat bibîranîn û qurnefîl danîn cihê bîranîna wî.