Roja 21’ê Nîsanê girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlû li girtîgeha Urmiye hat darvekirin.
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand tevî ku şeş rojin girtiyê siyasî Hisên Nejad hatiye darvekirin, lê hîna jî rayedarên rejîmê cenaze radestî malbatê nekirine.
Her wiha Komeleya Mafên Mirov eşkere kiriye ku malbata Hemîd Hisên Nejad daxwaz ji rêxistinên mafên mirov ên navdewletî dike ku bibin dengê wan û ji bo radestkirina cenazeyê Hemîd Hisên bi wan re bibin alîkar. Her wiha hatiye gotin ku malbata Hemîd daxwaz kiriye ku civaka navdewletî zextan li ser rejîma Îranê zêde bike daku dawî li binpêkirinên mafên mirov were anîn.