Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Divê azadiya Birêz Ocalan misoger bibe. Di meseleyeke ewqas dîrokî de em qebûl nakin ku aktoreke dîrokî li Girîgeha Îmraliyê tecrîdkirî be. Divê birêz Ocalan azad bibe.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li eywaneke dawetan a navçeya Peyasê 6’emîn Kongreya Awarte lidar xist.

Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kes tev li kongreyê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî tev li kongreyê bû. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.  

Beriya kongreyê, beşdaran li ber stranan govend gerandin. Piştî hilbijartina dîwana kongreyê, deqeyek rêz hate girtin û beşdaran sirûda “Çarxe Şoreşê” xwendin. Beşdaran, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz got ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo rêya wan vekiriye û ew ê di vê rêyê de bimeşin. Gurbuz, got: “Azadiya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan nêz e.”

Piştre jî peyama girtiyên jin ên li Girtîgeha Amedê hate xwendin. Girtiyên jin, kongre silav û pîroz kirin.

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray, jî silav ji Rêber Apo re şand û got ku ew ê têkoşînê mezin bikin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî Konferaya Yêkrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojava silav kir û banga yekparetiyê kir.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ewil konferansa “yekitiya neteweyî” ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got ku pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd a li Bakur jî erka wan e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û got: “Di bingeha hemû pirsgirêk û neheqiyên li vî welatî de neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

Di vê pêvajoyê dîrokî de tiştên girîng dikevin ser milên me tevan. Li rexekî polîtîkayên ewlehiyê yên ji bo domandina şer, li rexa din jî rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava heye ku gel xwe bi xwe birêve dibe. Êdî ev vebijêrk li pêşiya hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. An dê HTŞ’ê hilbijêrin ku her roj Durzî û Elewiyan qetil dike, an jî dê Rojava hilbijêrin ku her kes bi ziman, çand, bawerî û nasnameya xwe azad dijî. Pergala li Rojava, ji bo hemû cîhanê bûye hêvî.

Em ne tenê gelê Kurd in. Em ew gel in ku têkoşîna azadiyê mezin kir û nîşan da ku têkoşîn dikare veguhere pergalê. Ew pergal îro bûye pergala mînak ku pêdiviya hemû cîhanê pê heye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em vê pergalê gav bi gav bixin meriyetê.

Jin û ciwan bi fihûş û tiryakê re rû bi rû hiştin. Li Amedê Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hate avakirin. Em duh di wê meşê de bi hev re meşiyan. Tam jî niha pêdiviya me bi wan nirxên exlaqî û polîtîk ên gelê Kurd heye. Divê ciwanên me u pêşengên têkoşîna me ne van nirxên exlaqî û polîtîk derbasî nifşên nû bikin. Lê pergal çi dike, hewl dide ji bo astengkirina vê ciwanên Kurd, jinên Kurd weke amûrekî bi kar bîne. Dijminê herî nêzî deriyên me, tiryak e. Me heta niha rê neda elemanên polîtîkaya şerê taybet a dewletê û rê rê nedin wan. Heke em tevek piştgiriyê bidin platform ê û nobeta azadiyê bigirin, ev meseleye dê were çareserkirin.

Birêz Ocalan bangek kir û desthilatdarî bêdeng e. Gelên Tirkiyeyê, muxalefeta îro zext li ser hene, gelê Kurd dikare vê bêdengiya desthilatdariyê bi dawî bike. Divê bang li dewlet û desthilatdariyê were kirin ku peywira xwe bicih bîne. Em mecbûr in civaka demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî mekanîzmaya me siyaseta demokratîk e. Banga 27’ê Sibatê jî ji me re dibêje ku siyaseta demokratîk were mezinkrin. Ev niha mezintirîn hedefa me ye. Dermanê pirsgirêkên Tirkiyeyê, civaka demokratîk û avakirina jiyaneke civak tê de kirde ye. Erk û berpirsyartiya me jî ev e. Em ê hem siyaseta demokratîk mezin bikin hem jî ava bikin.

Îmrali, qada tecrîdê ye. Gelê Kurd bi hiqûqeke nayê qebûlkirin tê darizandin. Em di pergala hiqûq û edaletê ya vê dewletê de cih nagirin. Bi hiqûqeke nayên naskirin de tên darizandin û ceza li me tê birîn. Ev jî bes nake ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tên avakirin û tehliye tên astengkirin. Tiştekî bi navê TMK’ê heye ku mezintirîn amûra înkarkirina gelê Kurd e. Ji hemû daxwazên rewa yên gelê Kurd re dibêje ‘teror.’ Wê demê dê bi kê re aştiyê bikî? Me tu caran dev ji têkoşîna aştî û demokrasiyê berneda. Pêdiviya me bi dewlet û desthilatdareke têkoşîna gelê Kurd hembêz dike heye. Em ji bo berpirsyartiyên xwe amade ne lê divê desthilatdarî jî pêşiya vê formula amade veke. Divê çi bike, divê birêz Ocalan azad bibe. Em qebûl nakin di vê meseleya dîrokî de aktorê dîrokî di mercên tecrîdê yên Îmraliyê de be. Divê dewlet ji bo banga 27’ê Sibatê gavan biavêje.”

Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê hate kirin. Rûçem Elyakut û Ahmet dogan weke Hevserokên DBP’a Amedê yên nû hatin hilbijartin.

Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.