'Girtiyên nexweş di nava mirin û jiyanê de li ber xwe didin'

Hevseroka TUHAD-FED'ê Pinar Sakik destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan û got, "Girtî di navbera jiyan û mirinê de li ber xwe didin."

PINAR SAKIK TEKÎN

Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên li girtîgehên li Tirkiyeyê, astengiya li pêşiya tedawiya wan di rojeva parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê de ye. Li girtîgehan xizmeteke têrker a tenduristiyê nayê dayin, pêvajoya tedawiyê giran e û gelek girtiyên nexweş ên ku divê bêne berdan hîn nehatine berdan.

Ji ber biryarên Saziya Tipa Edlî (ATK) û Desteya Çavdêrî û Rêveberiyê (ÎGK) girtî bi hinceta raporên 'girtî dikarin li girtîgehê bimînin' têne ragirtin. Ji ber van biryaran gelek girtî nikarin bêne dermankirin û nexweşî jî hîn bêhtir li wan giran dike.

Piştî ku parlamenterên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin, mijara girtiyên nexweş careke din kete rojevê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê 651 ji wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di 11 mehên destpêkê yên sala 2024'an de li girtîgehan 709 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Beşek ji van girtiyên jiyana xwe ji dest dan di nava raya giştî de nehate bihîstin, tenê ji sedî 4.5 ê bûyeran di çapemeniyê de hatin weşandin.

Di rapora sala 2023'an a ÎHD'ê de hate gotin, di çarçovey abinpêkirina mafê tenduristiyê yê li girtîgehan de herî kêm 6 hezar û 639 carna mafên mirovan hatin binpêkirin.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser krîza tenduristiyê ya li girtîgehan û daxuyaniyên girîng da.

'GIRTÎ DI NAVA JIYAN Û MIRINÊ DE LI BER XWE DIDIN'

Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan mafê tenduristiyê bi salan e bi rêk û pêk tê binpêkirin û got, "Li girtîgehên Tirkiyeyê krîzeke mezin a tenduristiyê heye. Girtî di nava jiyan û mirinê de li ber xwe didin Mirovên ku îro bedena wan hatiye girtin, barekî giran ê vê têkoşînê hidigirin. Divê ev mijar bi lez bikeve rojeva raya giştî. Hem biryarên siyasî yên ATK'ê hem taloqkirina înfazê, zor û zehmetiya ku girtî di nav de ne hîn giran dikin. Binpêkirina zêde û helwesta kêfî vediguherin êşkenceyê."

'BIRYARÊN ATK'Ê WIJDANÎ NÎNE'

Pinar Sakik Tekîn anî izman ku girtiyên nexweş bi rengekî kelepçekirî dibin nexweşxaneyê, tedawiya wan jî bi giranî nîvco tê hiştin û diyar kir ku şert û mercên girtîgehê nexweşiyan hîn giran dike.

Pinar Sakik bal kişand ser helwesta alîgir a Saziya Tipê ya Edlî û got, "Li gel raporên nexweşxaneya serbixwe dibêje 'nabe ku li girtîgehê bê hiştin', Saziya Tipê ya Edlî bi têgihiştina siyasî li pêşiya berdana girtiyan dibe asteng. Ev rewş binpêkirineke mezin a mafên mirovan e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber biryaran girtiyên nexweş nikarin bêne dermankirin û nexweşiyên wan hîn giran dibe. Şert û mercên jiyanê yên li wê derê nexweşiyan li wan der dike. Girtiyên ku derfetê wan ê xwarineke têrker û cihekî paqij nîne, nikarin dermanan jî bi têrkerî werbigirin û bi rêk û pêk seqî nexweşxaneyê nayên kirin."

'DIVÊ ROJEKE BI TENÊ JÎ DERENG NEMÎNE Û GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊNE BERDAN'

Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku hejmara girtiyên nexweş ji ya hatiye eşkerekirin gelekî zêdetir e û destnîşan kir ku ji bo hîn bêhtir mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin, girtiyên nexweş divê bêne berdan. Pinar Sakik Tekîn got, "Divê rojeke bi tenê jî dereng nemîne û girtiyên nexweş bêne berdan. Ev yek hem ji bo hiqûqî hem jî ji bo wijdanî gaveke ku divê bê avêtin."

Pinar Sakik Tekîn işaret bi girîngiya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir ku piştî 27'ê Sibatê hate kirin û got, "Eger pêvajo ji girtîgehan destpê neke wê kêm bimîne Divê girtiyên bi nexweşiyên giran tavilê bêne berdan. Ji bo vê jî ne tenê malbatên girtiyan, civak bi temamî ji aliyê wijdanî ve berpirsyar e. Ev yek ezmûneke mirovahiyê ye. Ji bo vê divê gavên pêwîst bêne avêtin. Ji bo aştiyeke ji dil tişta ku destpêkê divê bê kirin ev e."