ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê were şopandin.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku nabe gelê Kurd sedsaleke din winda bike û got, "Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike."

Beşdarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê gotin, konferans xwedî girîngiyeke dîrokî ye û gelekî bi wate ye ku di vê demê de hatiye kirin.

Rewşa dawî ya tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê bê şopandin.

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

KON-MED'ê ragihand ku 1'ê Gulanê Cejan Karkeran wê li qadan bin û got, "Li dijî sîstema mêtinger a kapîtalîst, nijadperestî, cihêkarî û polîtîkayên şer em têkoşînê mezin bikin."