ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bê şopandin.
Rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê were şopandin.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
PKK'ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di 1'ê Gulanê de têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind kir, bi vî rengî jiyana herî bi wate afirand. PKK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û li ser pêvajoyê peyamên girîng da.
Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviève Garrigos anî ziman ku modela demokratîk a li Rojava hatiye avakirin ji bo paşeroja Sûriyeyê gelekî girîng e û got, "Parastina vê têkoşînê ji bo civaka navneteweyî berpirsyariya wijdanî û dîrokî ye."
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojava wê ji Kongreya Neteweyî ya Kurd re bibe gava pêşî û got, "Konferans rengê bicihanîna banga Birêz Ocalan e."
Hevseroka TUHAD-FED'ê Pinar Sakik destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan û got, "Girtî di navbera jiyan û mirinê de li ber xwe didin."
Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê Mûrat Kan got, "Sedema bingehîn a girêdana bi narkotîk û madeyê, her wiha hilweşîna exlaqî û dûrketina ji nirxên xwe yên civakê, polîtîkayên şerê taybet e. Ji ber vê rastiyê me platform ava kir."