ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê wê bê şopandin.

Rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê were şopandin.

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Rêber Apo ku ji bo 1'ê Gulanê ya Zurichê hate vexwendin, wê bi fikrên xwe bigihêje gelan. Ji komîteya amadekar Mahîr Anûr got, "Di demekê de ku faşîzm û şer sor bûye, armanca me ya esasî ew e ku fikrên Birêz Ocalan bigihînin gelan."

Endamê Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê Rênas Fetah anî ziman ku ew hêvî dikin, di vê dema perwerdeyê de ji bo hemû xwendekaran encameke baş werbigirin û got, "Me firsend da her kesî ji bo karibin perwerdeyê dewam bikin."

Konferansa li Qamişloyê li hemberî tenêtî, înkar û belaweliya sed salî ya gelekî bersiva herî cidî û rêxistinî ye. Analîza Sînan Cûdî.

Parlamenterê Amedê yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû got, "CHP meseleya Kurd ne weke malzemeyeke hilbijartinê, lê belê weke yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya Tirkiyeyê dibîne û berdêla xwe çi bibe jî îradeya çareseriyê datîne holê."

'Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê' ya li Amedê hate avakirin, dest bi kar dike. Şêniyên Amedê li ser mijarê axivîn û gotin, "Ev yek encamek ji polîtîkayên şerê taybet e, em têbikoşin."