Pêlên operasyonên di 19’ê Adarê de yên ku bi binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû û reveberên ÎBB’ê dest pê kirin û nerazîbûnên li hemberî van operasyonan berdewam dikin.
Bi taybetî jî sûcdarkirina Îmamoglû û rêveberên ÎBB’ê ya girêdayî ‘’Lihevkirina Bajêr’’ a li gel DEM Partiyê û hewldana ‘’terorîzekirina’’ hilbijêrên DEM Partiyê ya ji aliyê desthilatdariyê ve di nava civaka Tirkiyeyê de bû sedema nîşandana nerazîbûnan. Vê yekê kir ku di navbera CHP, Sosyalîst û DEM Partiyê de nîqaşên têkoşîna hevpar dest pê bikin.
Parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû têkildarî pêvajoya piştî operasyonên 19’ê Adarê dest pê kiriye û nêrîna CHP’ê ya li ser Kurdan ji ANF’ê re axivî.
‘CHP Û BI MILYONAN KES LI HEMBERÎ DERBEYA LI DIJÎ ÎMAMOGLÛ BÛN YEK’
Tanrikûlû di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku berovajî tespîta ku çalakiyên girseyî ji CHP’ê derbas bûne, girseyan CHP derbas nekirine û li hemberî derbeya li dijî Îmamoglû bûne yek. Tanrikûlû anî ziman ku desthilatdarî ne li benda vê yekê bû û got:
‘’Stenbol bes ne bajarê mezin e di heman demê de Tirkiyeya biçûk e. Li Stenbolê bêguman welatiyên ji hemû bajarên Tirkiyeyê hene. Çarenûsa Stenbola ku bi 16 milyon nifûsa, aboriya xwe ya mezin û tengava xwe ku weke deriyê Tirkiyeê ê ber bi cîhanê ve vedibe, di heman demê de çarenûsa Tirkiyeyê ye. Ji ber wê yekê jî pêlîstina çarenûsa Stenbolê, îradeya Stenbolê û şaredariya wê tê wateya girtina hemû Tirkiyeyê. Desthilatdariya heyî bi van hevsiyan re eleqedar nabe. Dijminahiya AKP’ê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin, ew e ku di paşerojê de çavkaniyên vêşaredariyê talan kirine û ev du serdem in ku nikare vê yekê bike. Sedema dijminahiya li hemberî Îmamoglû jî ew e ku Îmamoglû wê di hilbijartinên bê de Erdoganî bi rehetî têk bibe.
Di rastiyê de girse ji CHP’ê derbas nebûn. CHP û bi milyonan welatî li hemberî derbeya li dijî Îmamogşû bûn yek û dîwarê desthilatdariyê yê tirsandinê hilweşandin. Bi tu awayî ne li benda tişteke wiha bû û hesaba vê yekê nedikir. Di tişta ku dizanîn de şaş bûn. li hemberî gelê ku dîwarê tirsê hilweşandin û sekna CHP’ê tirsiya. Sedema hiqûqiyên a niha jî ev tirsa wan a mezin e.’’
‘XWEDÎDERKETINA OZEL A PIRSGIRÊKA KURD DEWAMA XETA SIYASETA CHP’Ê YA BI SALAN E’
Tanrikûlû di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku îradeya Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a têkildarî pirsgirêka Kurd desthilatdarî tirsandiye û diyar kir ku CHP pirsgirêka Kurd weke amûreke hilbijartinê nabîne û ev yek anîn ziman: ‘’Îradeya Birêz Ozgur Ozel a têkildarî pirsgirêka Kurd qet naçe xweşiya desthilatdariyê. Çimkî AKP pirsgirêka Kurd bes weke qada pêngaveke xwe bi kar bîne û dixwaze neyê çareserkirin. Her wiha naxwaze vê pirsgirêkê bi demokratîkkirina Tirkiyeyê çareser bike. CHP ji sala 2010’an ve ye îradeya çareseriya demokratîk nîşan dide û pêşniyarên berfirek dike. Ji ber wê jî xwedîlêderketina Birêz Ozel a pirsgirêka Kurd û nîşandana biryardariya çareserkirina pirsgirêkê ne sekneke şexsî ye dewama siyaseta CHP’ê ya bi salan e.
‘CHP TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD ÎRADEYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDE’
AKP, pêvajoya çareseriyê di navbera salên 2013-2015’an jî di nav de tu carî di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi qasî CHP’ê jidil nebû. Dema ku di sala 2002'yan de desthilatdarî bi dest xist li Tirkiyeyê şer û pevçûn, teror û tundî nebûn. Lê belê AKP di her du salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de tu pêngav neavêtin. Di sala 2005'an de Erdogan hate Amedê û got ku ‘Pirsgirêka Kurd,pirsgirêka min e’ û salekê piştre li hemberî bûyerên li Amedê gotina ‘Jin jî be, zarok jî be’ bilêv kir û hemû welatiyên Kurd kirin hedefa hêzên dewletê. Jixwe pêvajoya piştre ji aliyê her kesî ve tê zanîn.
Ger xudbînî û hesabên AKP’ê yên biçûk nebûna, hê di destpêka salên 2000’î de Tirkiye dikarîbû standartên ketina Yekîtiya Ewropayê bi dest xistibana û dikarîbû pirsgirêka Kurd jî herî kêm beriya 15 salan bihata çareserkirin. Lê belê pirsgirêka Kurd di hemû pêvajoyên hilbijartinan de ji bo AKP’ê weke amûrekê hate dîtin. Ji ber wê yekê ev pirsgirêk bi demê re berfirehtir bû û xwe gihand qada navneteweyî. Ger AKP bizanibe ku wê hilbijartinên li pêşiya me bi şer û pevçûnan bi dest bixe, wê pêvajoya a niha ya heyî yekser bi dawî bike. Lê belê êdî tu rêyên wê nemane. CHP pirsgirêka Kurd ne weke amûreke hilbijartinê, weke yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya Tirkiyeyê dibîne û bedêla wê her çi be jî îradeya çareseriyê nîşan dide.’’
‘GEL AMADE YE HEVPARIYEKÊ PÊK BÎNE, DIVÊ YEKÎTIYA TÊKOŞÎNÊ PÊK WERE’
Tanrıkûlû anî ziman ku gel di mijara têkoşîna hevpar de amade ye û divê ev hevparbûn veguhere yekîtiyeke têkoşînê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
‘’Her çend xet, îdeolojî, gotin û rê û rêbazên kesên ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwazin, cuda bin jî çarenûsa wan yek e. Nabe ku ji desthilatdariya şaredariyên Wan, Êlih û Culemêrgê desteser dike li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê rêveberiyeke demokratîk were hêvîkirin. Bi heman awayî ji desthilatdariya ku bi hinceta li gel hilbijêrên Kurd li hev kiriye, serokê şaredariyê darizîne, Îmamoglû û hevalên wî digire, Şaredariya Esentyûrtê desteser dike û êşkenceyê li ciwanên ku bertekên xwe nîşan didin dike li Amed, Êlih û Culemêrgê rêveberiyeke demokkratîk were hêvîkirin. Tu eleqeya vê desthilatdariyê û rêveberên wê bi demokrasiyê re tune ye. Têgeha demokrasiyê bes di çarçova berjewendiyên xwe de bilêv dikin.
Ev desthilatdarî bû sedem ku em li şert û mercên salên 1990’yî bigerin. Ji ber vê yekê li vî welatî têkoşîna hevpar a kesên dazwaza demokrasiyê dikin gelekî girîng e. Ger ev hevparbûn pêk neyê wê her kes bes li qada têkoşîna xwe bide meşandin. Jixwe çi hatibe serê me ji ber wê yekê hatiye ku dema zext lê yekê tê kirin aliyê din temaşe dike. Divê êdî em xwe ji vê yekê rizgar bikin. Li gorî min gel û siyaset li hemberî vê yekê amade ne. Tirsa desthilatdariyê ya mezin ev e. Bi saya vê desthilatdariyê kesên ku tu caran neyên li ba hev, di çalakiyan de hatin li ba hev. Ger ev yek veguhere yekîtiya têkoşînê wê me di demeke kurt de ji vê tarîtiyê rizgar bike. Lê belê ger ev yek pêk neyê ku ez dikarin vê yekê li ser navê CHP’ê bibêjim, wê têkoşîna me heya guherîna vê desthilatdariyê berdewam bike.’’